babetî4

şertî řojû çîye?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  774 Dîtin
şertî řojuwe nyetî însan
be şew bo řojûy řojî řemezan
nabê hîç ’eynê be řoja biřwa
be xałyayî endamî toda
wekû kirake û birnax û gerû
sik, ber û dwa, ḧałî bibe zû
zererî nîye be dił nelerzî
bigate řegit dermanî derzî
hem bêzerere dermanî ecza
ba te’sîr bika le mox û e’za
çunkî sik nîye be ’urf û ’adet
«miẍnîErebî» bibîne û werbigre ḧîkmet
bełê ke derzî geyye nêwî sik
řojû eşkênê bebê şubhe û şik
zererî nîye tozî sara û deşt
te’sîrî kilîş ke çawit pê řeşt
dûkełî kûreyş be qeder ’adet
nek hî cigerey tałî piř bîd’et
parêz le ’emdî cîma’ û înzal
xo řişanewe şerte bê cîdal
cîma’î ’emdî bo şexsî fa’îl
qeza û kefaret pêy ebê ḧasîl
azad kirdinî ’ebdêkî be dîn
le ’eybî ’emeł salim bê û emîn
ca řojûy dû mang lepaş řemezan
îftarî řojûy neyete nawyan
înca nan danî şest kesî mîskîn
bo her yekêkyan muddê, qûtî jîn