babetî3

kam cejin xase û kam cejin ’ame
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  1024 Dîtin
înca bizanîn cejniman kame
kam cejin xase û kameyan ’ame
ke řojûman girt be ḧukmî ḧukkam
lepaş sî řoje cejne lebo ’am
we îlla nabê cejnî ’am be mał
heta nebînrê hîlalî şewał
ye’nî dû ’adił bibînin be çaw
şayetîş biden lay qazî tewaw
bełam bînînî yek şexsî ’adił
cejnî ’imûmî pê nabê ḧasił
herweha fasq bebê tewatur
cejnî ’umûmî pê nabê zahîr
bełê bo herkes ke baweř bika
diruste şer’en cejnî pê bika
le ber û dway zewala hîlal
qet’en da’enrê lebo îstîqbal
yanê îftarî ew řoje nabê
musułman ebê leme aga bê