babetî6

ḧeddî zekatî qût
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  568 Dîtin
pênc wîsqî tewaw nîsabî qûte
eger le twêkił sadeye û řûte
de wîsqe eger be qepax û tûk
hełgîrê, wekû peřşe ya çełtûk
ew pênc wîsqane ke ḧeddî qûte
hezar û şeşsed řîtlî meqsûte
cem’en çûn řîtlê newed misqałe
sed û çil û çwar hezar misqałe
her misqałêkîş eka pênc ẍiram
boye ḧewt sede û bîst kîloy temam
be tenekey newt ke pêy ełên pût
çil û şeş tenekey dar małî mezbût
be weznî tebrîz kêşaney nîsab
dûsed û bîst û pênce be ḧîsab
deyekyan edrê eger be baran
aw bixonewe ya be cobaran
eger aw bidrên bewêney dołab
bîst yek wacbe be gwêrey ḧîsab
dû qîsim genim edrêne dem yek
le sałêka bin bebê şubhe û şek
nek dû new’e qût le yek cya bin
pêwîste hemû leme aga bin
kirêy cûtyar û werzêrî xele
nabê dabşikê le ’eynî xele
ḧeqdesê wekû ḧiqûqî şwan
’elaqey nîye leserî ḧeywan
herweha ḧeqî saḧêb zewîyekan
cya nakirêtewe le cezrî xerman