babetî5

zekat le çen şita wacbe
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  613 Dîtin
zekat wacbe bepêy şerî’et
le neqid û cînsî małî tîcaret
le herçî bişê bo qûtî însan
leser arezû, newek bo daman
wekû birinc û genim û co û zeřat
maş û nîsk û nok, hem baqî eqwat
bewêney xurma û mêwij û tirê
emane hemû zekatyan edrê
le meř û bizna zekat der’ekirê
wiştir û gayê îşî pê nekirê
ca yeke yeke tefsîlyan edeyn
beyanî şertî zekatyan ekeyn
le ałtûn û zîw der’ekirê zekat
îlla xişłî jin bitbê me’lûmat
ḧeddî zekatyan bebê bas û qał
bo zîw sed û çil, ałtûn bîst misqał
małî tîcaret begwêrey qîmet
ḧîsabî eken ehlî şerî’et
emane herdû paş muddey yek sał
çil yekyan edrê tewaw û kemał
ałtûn û zîwê derbikirên le kan
çil yekyan edrê bê tûlî zeman
xezêne koney pêş ’ehdî îslam
pênc yekî edrê fewren «byalitّmamErebî»