xałî nîye řeşmarî dû zułifit le bełayê
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
2447 Dîtin
xałî nîye řeşmarî dû zułifit le bełayê
ḧełqey şeřîyan bestuwe her yêke le layê
’aşiq diłî nayê le diłaramî cuda bê
ełbet ke diłaramî lewê bê, diłî nayê
binwaře xoşîy řeqsî legeł xerqeyî ezreq
mumkîn nîye bem pakîye, lem erze, semayê
mumkîn nîye celbî diłî xûban be min û to
nembîstuwe tesxîrî melayk be melayê
neqdî dił û can bo qedemit nîme behaye
ẍeyrî eme, qurban, bexuda nîme behayê
ey şem’! bitirse le henasem ke bigate
ew dûkełî zułfe ke perêşane be bayê
ta çakî nekey piř le hewa sîneyî nalîNasnava edebî
wek zengiłe awazeyî nałey diłî nayê