babetî35

basî ewe ke îmam û me’mûm herdûkyan le derewe bin wek deşt û bînay ẍeyre mizgewt, ya îmam le mizgewt û me’mûm le derewe ya be pêçewanewey eme
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  490 Dîtin
me’mûm le der û îmam le mizgewt
ya ’eksî eme herkatê hełkewt
ya eger herdû wan le derewe
em çend şertane bixiwênerewe
bo pêk hatnî me’nay îctîma’
zyad nebê beynyan le sêsed zîra’
lew şwêna nebê ḧîcab û ḧa’îl
bo beynî qewm û îmamî fasîl
eger ḧa’îl bû saḧêb derga bê
kesêkî wehay la řawesta bê
bişê bo îmam bew sîmayewe
bo ew kesane wan le dwayewe
wez’î îmamîş bizanê me’lûm
be dîtnî xoy ya biřê me’mûm
katî ’ubûrîş pêwîste biram
bê pişte û qîble bigey be îmam
emma le katê sefî bîna bê
be sefî ewyan hîç lazim nabê
çûn le terîqeyn eseḧ sanîye
em îttîsale mu’teber nîye
lem mesa’îla teḧqîqatim kird
řwanîme kitêb be fîkirêkî wird
tuḧfe û şîrwanî û ḧaşyey cemel
ḧaşyey kurdî tewaw mukemmel
eger xetayek wazîḧ bû botan
îsłaḧî biken be xêrî xotan