babetî33

şirûtî nwêjî cema’et
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  827 Dîtin
şirûtî zorin, ewweł biłêm bot
qesdî îqtîda be îmamî xot
dûhem emeye baweřit wabê
ke nwêjekey ew saẍ û řewa bê
pêş nekewtine sêhem le îmam
le ẍeyrî katî xewf û îltîḧam
şirûtî çwarem be şêwey îcmal
dwa kewtinî îmam le ef’al
bełam pêwîste lêreda tefsîl
baş ḧałî bibe ey biray celîl
le teḧeřřuma eger pêş kewî
ya haw tirazûy îmam řê kewî
nwêjit betałe, çunkî bo me’mûm
paşkewtin lêra wacbe me’lûm
le ẍeyrî ewa paş û pêşkewtin
be dû řuknî saẍ eger řê kewtin
mubtîle lebo nwêjî cema’et
eger lebo to nebê me’zeret
pêncem bo nwêjî îmam û me’mûm
hawřengî şerte bizane me’lûm
dey lem pênc ferza nîye le îmkan
qudwe be nwêjî mang û řoj gîran
herwa îqtîda nadrê îcaze
lebo pênc ferze û nwêjî cenaze
şeşem pêwîste ehlî cema’et
hawřêy îmam bin bo fî’lî sunnet
eger faḧîş bê îxtîlaf lewê
wêney em base eger etewê
katê terkî kird îmamî efzel
sucdey tîlawet, teḧyatî ewweł
ebê neyanka me’mûm bew ḧałe
egîna bêşk nwêjî betałe
ḧewtem agayî le fî’lî îmam
wêney řikû’ û sicûd û qyam
be dîtnî xoy ya biřê me’mûm
ya be bîstinî dengêkî me’lûm
heştem gird bûn le yek mekana
be destûrî şer’ ey biray zana
ya le mizgewta ya le derewe
gişt îḧtîmalê wird bikerewe
westanyan eger le mizgewtaye
îqtîday me’mûm şer’en řewaye
ya mabeynyan mesafey zor bê
yekê le sêber yekê le xor bê
ya lew mabeyna ḧa’îl bê, bîna
dîwar, pencere, ya sefḧey mîna
madam ew bîna xawen dergabê
weha hatuço bewa řewa bê
yanê qabîl bê çûn û ḧereket
bo şwênî îmam be gwêrey ’adet
berew řûy qîble be řêk û řewan
ya piştew qîble ya xud leser şan
ba êstaş derga baş daxra bê
madam be bizmar qaym nekira bê
bełam fetaway ḧaşyey «biẍîhErebî»
ełê qeyd naka zererî nîye
herçend be bizmar qaym kira bê
eme ezanê herkes zana bê