babetî17

bang û qamet bo nwêj
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  639 Dîtin
sunnete bo pyaw bang legeł qamet
tenha bê yaxud legeł cema’et
bo ferzî ḧazir ya ferzî fewtaw
emma qametî bo nayete naw
her qamet heye bo cem’î jinan
ẍeyre meşrû’e bo ewan bang dan
şertî bang dane: îslam û temîz
nêr bê û le wexta, ey biray ’ezîz
le ẍeyrî subḧa, emma lebo ew
bangidan diruste lepaş nîweşew
bangêkîtrîş le wextî seḧer
waye be şer’î řesûlî serwer
tertîb, tewalî, yek le şwênî yek
bo bang û qamet şerte bebê şek
lepaş tûlî fesił bîna betałe
be dû kes bang û qamet meḧałe
şerte lewane ey kakî řû sûr
bîstinî kesê le nizîk ya dûr
cumley bang ẍeyrî tekbîru tewḧîd
dû dû warîdin ey biray weḧîd
tekbîr çware û tewḧîd tenhaye
lelay şafî’î sunnet wehaye
yeke yekeye elfazî qamet
ẍeyrî tekbîr û cumley «qedْ qametErebî»
emane dû dûn lelay şafî’î
leser sunnetî şer’î waqî’î