babetî16
wextî nwêjekan
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
1 Xulek
888 Dîtin
wextî nwêjî subiḧ sifîdey seḧer
ta hetaw kewtin be şer’î enwer
wextî nîweřo katê řoj lada
le naweřastî asmanî wala
heta sêberî her şitê ega
be qed xoy bêcge «zîlّErebî»y îstîwa
şeş pê û çwar û dû, sê mangey behar
’eksî bo hawîn heye be qerar
heşte û yazdeye û dwazde bo payîz
’eksî bo zistan ey biray ’ezîz
lepaş em wexte zemanî ’esre
ta der’ekewê řeşî lew qutre
înca meẍrîbe, ’îşayş wextî dê
katê şefeqî eḧmer ẍa’îb bê
le ẍirûbewe ta deryê hetaw
mawey be se’at řabgire tewaw
le nîwey ewa leser destewe
wextî nîweřot bête destewe
çî wîst bo dwanze nîwey řabgire
ew kate ’esre, behane megre