babetî7

sunnetekanî desniwêj
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  692 Dîtin
sunnetî desniwêj be neqłî selef
«bîsْmî alilّe» kirdin, ca şorînî kef
sêhem sîwake, emma be îrak
tam û bonî dem xoştir eka çak
řadanî awe le dem û le lût
be sê car sê car, çaktire û mezbût
te’mîmî mesḧîş lebo ser û gwê
des xistine řîş û pencey dest û pê
pêş bixe lay řast le dest û le pê
leser lay çepit sunnete û becê
serkewe le ferz damemêne pest
bo şorînî pê û demuçaw û dest
şewqî nawçaw û birîqey dest û pê
řojî qyamet beme dête cê
şorîn û mesiḧit be sê car sê car
be xêrî sunnet etka behredar
yek le şwênî yek bo em adabe
tedlîkî e’zat xêr û sewabe
du’ay paş desniwêj wekû meşhûre
eger bîxwênî îḧsanî zore