babetî6

teharet le bêdesniwêjî û leş pîsî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  722 Dîtin
desniwêj û ẍusłe pakî le ḧedes
şirûtî desniwêj şeşe, îtir bes
nyetî ferzî desniwêjit bêrî
legeł ewweł cêy řût ke eyşorî
dûhem ẍusłî řû, yanê demuçaw
çi pêst û çi mû, bişore tewaw
endazey wacb bebê derdî ser
beynî herdû gwê û çenake û mûy ser
mûy zinc û simêł, mûy textî řuxsar
birjang û biro, legeł mûy ’uzar
řîşê tenk bê û nawî bibînî
der û nawyan ferze şorînî
řîşê ke piř bê û nawî nebînî
tenha derewey ferze şorînî
sêhem şorînî destane herdû
ta jûrî enîşk be qedrî yek mû
çwarem mesḧî ser, yaxud ew muwey
leser derneçê, eger berî dey
pêncem şorînî herdû pê û qape
şeşem tertîbe û terkî xirape