babetî58

ewlad û netewey kiçanî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  673 Dîtin
bêcge ḧezretî fatîmey zehra
saḧêbî qedir û mertebey ẍeřřa
kiçanî ḧezret ya bê ewlad bûn
yaxud ewladyan muteweffa bûn
le zehray betûl be emrî xuda
dû kiç peyda bû, sê kuřî wala
nawî kuřekan «ḧesen» û «ḧuseyn»
sêyemyan «muḧsîn» wekû nûrî ’eyn
nawî kiçekan bizane me’lûm
yekem «zeyneb»e, ca «amّ kilsumErebî»
ummukulsûmyan şûy kird be ’umer
dû minałî bû be neqłî xeber
«zeyd» û «řuqeyye» bênesił û semer
muteweffa bûn paş fewtî ’umer
ummukulsûmî saḧêb behre û feř
şûy kird be ’ewnî weledî ce’fer
paş ew «muḧemmed» paş ew «’ibdalilّhErebî»
kuřanî ce’fer biray «murtizîErebî»
netewey nebû lem sê biraye
her xêr û îḧsan boy bû be maye
emma zeynebey be îḧsan û feř
bû be ’a’îley «’ibdalilّhErebî»y ce’fer
kuř û kiçêkî lê bû be me’lûm
kuř «’elî» naw bû, kiç «amّ kilsumErebî»
netewe kewtewe lem dû însane
hemû şerîfin le řûy zemane
feqet payeyan kemtire be ’eyn
le payey nesłî ḧesen û ḧuseyn
eman meşhûrin le sefḧey dunya
le zumřey alî mertebey ’ulya