babetî25

tegbîr kirdinî kafrekan bo kuştinî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  719 Dîtin
ke agadar bûn kuffarî bêdîn
le qesd û fîkirî řesûlî emîn
le «dar alnّduhErebî» kewtine tegbîr
lebo kuştinî be ḧîle û tezwîr
wayan biřyar da le hemû hozê
şimşêr hełgirê gencêkî qozê
giştyan bîkujin nek be yek û dû
ta hemû ’ereb bibin be ’edû
leser em fîkire zû be dest û bird
cîbrîlî emîn xeberdarî kird
ḧezret emrî kird ’elî lew şewa
binwê le cêgey nûstinî ewa
xoyşî hate der ke geyye derga
gelêkî bînî şeřkerî aga
lewya hełîgirt miştê wirde xak
bo men’î ḧîssî kuffarî napak
xwêndî beserya ewwełî yasîn
hetakû geyşit be «la yubْsîrûneErebî»
bew mişte xake řiştî leseryan
xuda men’î kird ḧîssî beseryan
pêyan nezanî û xoy derkird «fî alfewrErebî»
legeł ebûbekir çûn bo ẍarî «sewrErebî»
em derçûneyan azane û serî’
hate cê ẍuřřey ewwełî řebî’