babetî23

gird bûnewey ḧezret ﷺ legeł medîneyî le ’eqebey dûhem
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  738 Dîtin
lewextî ḧeca le sałî dwazde
le ehlî «tîbihErebî» geyşit be dwazde
şeş kesî pêşû be ẍeyrî cabîr
legeł ḧewt kesî sadîq û sabîr
me’az û zekwan, yezîd û ’ebbas
’ubade, hemû xezrecî ḧeqnas
ebûheysem û ’ewîmî ewsî
ehlî îxlas û ’îzzetî nefsî
emane hemû îmanyan hêna
be xuday tenhay besîr û bîna
ke geřanewe lebo medîne
zor biławe bû basî em dîne
ews û xezrecî bo hêzî îman
tałb bûn lebo fêr bûnî qur’an
kaẍezyan nûsî bo «fixir albişirErebî»
bo ustazêkî berz û hunerwer
ewîş mes’ebî bo nardin der’an
lebo te’lîmî ayatî qur’an