babetî22

basî mî’racî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  799 Dîtin
her sałî yazde le mangî řeceb
le bîst û ḧewta şay «fexru al’erebErebî»
geyşit be řutbey bułendî mî’rac
řîsalet text û xoy şah û ew tac
be emrî xuda cîbrîlî emîn
buraqî bo bird be qedir û temkîn
şew be bêdarî be swarî buraq
legeł cubre’îl serwerî afaq
le mekkewe ta «bît alimqidّsErebî»
mesafey tey kird be feyzî eqdes
«subْḧane aleّzî ئەەسْrî bî’ebْdîhErebî»
ئەەیْ: bîrûḧîhî me’e cesedîhErebî
herwa lefzî «’ebidErebî» le hemû qur’an
be řoḧ û cesed kirawe beyan
çûn em mî’race be nes zahîre
herkes munkîr bê me’lûm kafre
her řîwayetê ke muxalîf bû
be quwey îcma’ zû be telf çû
ke îcma’ kira û muxalîf nebû
bêqîmet ebê nîza’î pêşû
’elawe mî’rac be řoḧ ya be xew
qîmetî nîye bo meqamî ew
paş zyaretî «bîtu alimqidّsErebî»
teşrîfî serkewt řesûlî eqdes
le asmanan tewawî serkewt
geyşte sîdre û cîbrîl lewê kewt
em berz buwewe bo řutbey berzî
ne çawî şêwa ne diłî lerzî
heta meqamê xuda meylî bû
serkewt û qet’en manî’î nebû
lepaş zuhûrî tecellay enwar
paş wergirtinî eltaf û esrar
lepaş xîtabê îlqa kira boy
nizûlî fermû bo meqamî xoy
be fermûdey xoy her lem şewa bû
xuda pênc ferzey muqeřřeř fermû
leser ḧezret û leser ummetî
bo cezay xêr û berzî hîmmetî
cîbrîl sibḧeynê hat lebo te’lîm
îmametî kird bo mewlay ’ezîm
dû řoj be dû řeng îmametî kird
ser û payanî wextî me’lûm kird
bo mî’rac le qudis ta payey wala
ke řeway bînî xway te’ala
delîl ḧedîsî aḧade, emma
meşhûre lelay ’umdey ’ulema
tîbqî ’eqîdey ehlî sunnete
xîlafî ewe ’uqde û bîd’ete
ke řoj buwewe şahî saḧêb tac
î’lanî fermû waqî’ey mî’rac
be’zê sade lewḧ be şubhe û teřdîd
nadîm bûnewe le dînî tewḧîd
kuffarîş kewtine gep û îstîhza
be tane û teşer, be qisey nasza
emma bêweqfe bûbekirî siddîq
tesdîqî fermû, be qwey tewfîq
herwa her yarê diłî hoşyar bû
le qudretî ḧeq baş xeberdar bû
çunkî bo xuda erz û asman
sara ya derya, yek nehce û yeksan
lew řojaneyşa qafłey muşrîkîn
royî bûn lebo xakî felestîn
ca hatin wityan bew ’alî şeyme
onit dî wez’î qafłekey ême
ewîş eḧwałî qafłekey hemû
bo gêřanewe be ḧeq zû be zû
katê qafłekey hatewe be gird
ehlî qafłekeyş wayan beyan kird
ke çî her diłyan bê î’tîbar bû
meşrebyan leser cefa û înkar bû
burhan û delîl be hezar ayet
qîmetî nîye bebê hîdayet
emma hîdayet ke řûy kirde dił
dił ekirêtewe wekû peřey guł
dił ẍunçe řenge û řeḧmet nesîme
ẍunçe bo nesîm gelê teslîme
xuda nesîmî ba bêt be řeḧmet
bo sefay diłman heta qyamet
dił bew nesîme egeşêtewe
çunka lutfî to ebexşêtewe