ey qel’eyî mahim ke dełêy ewcî burûcî
Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
1 Xulek
7549 Dîtin
ey qel’eyî mahim ke dełêy ewcî burûcî!
wey qulleyî dûrî ke dełêy qametî ’ûcî!
wek qafî zemîn qabîlî îkmal û tereqqî...
wek burcî sema layqî îqbal û ’urûcî!
ey ahûy nadîde be te’sîrî mehîbî
ya gewherî esdafî û yaqûtî durûcî
bo meclîs û yarîy sebebî şewq û sîracî
bo řaw û swarîy ’elemî zîn û surûcî
sed ḧeyfî le bo ke’beyî ḧusinit ke beserya
neccaşîy xet hatuwe nêzîke xurûcî
herçende deken qet’î serit, dêyewe ey xet
wek (hîndûy seḧḧarî mecûsî) çi lecûcî!
telwînî řeqîbit çi beyan kem be (meqamat)?!
meşhûre ḧîkayatî (ebû zeydî surûcî)!
me’lûme lewê řaz û xutûrî diłî nalîNasnava edebî
îyzْ ḧeleّ biqelْbî, we بیاەسْرەاریهی nucîyErebî