III

Li pirtûka:
Derbendî Pepûle
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 26 Xulek  3803 Dîtin
Derbendi Pepule/3A
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
Derbendi Pepule/3B
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
le îste be dwawe min îtir: hełebceCihm!
le îste be dwawe min denke firmêskî henarî
ew xeme gewreyem.
le îste be dwawe min barî ew sêwem
ke îtir bar nakirê bo ewê.
le îste be dwawe min tałê le řîşî
horekey mewlewîm
le îste be dwawe ew şemî şemanî
wiłatme û min welîm.
 
pêm biłên min çî bikem bo ewey giryanî kafurîy
em zełmem lûzewî kem nekat?
pêm biłên min çî bikem bo ewey em cwanuwe
serkeşey henîskim řam nebêt?
de biłên min çî bikem, çî nekem? bo ewey
xwa bête xwarewe û hîç nebê bo tawê
le pirsey em «mang»e cwaneda
legełman danîşê?!
pêm biłên min çî bikem?
pêm biłên min
pêm biłên!..
pêm..
- lem deşteda, çon wa le piř em binickî zirîkane
gułyan kird û bûn be çwale?!
lem deşteda, çon wa lepiř em goranîye werîwane
řwanewe û bûn be lale?!
 
hełebceCih-hengêkim eçmewe naw xewnî mindałîm
yadgar emjim:
«zerd û sûr ḧewt sałe xeyałim
hawîne û leserban, nemamim, pał kewtûm.
direngan xom ekem be şwanî estêre
ferencîm tirîfe û
tîzmałkî hewrêkîş goçanim.
mirwarîy estêre ejmêrim
ḧez ekem, xozgeme, ew geşey serpeřyan
bo naw çîẍ dagirim
wek tope şînekem bîxeme baxełim!
hełebceCih emxate serşanî berzî xoy
qaçêkim elerzê, xerîkim bikewm
be destî çep xêra
tund qijî şinrwêCih ergim û
destî řast heł’ebiřim,
- wek beřoj çon henar
henarî «baxî mîr» edzim -
emşewîş aweha estêrey serliqî
em baxî samałe da’egirim.
wa îste le çîẍda estêrem girtote baweşim
le dengî cirîwe û cûkey ew, bawkîşim heł’esê
dest eba û estêre heł’egrê
le nêwan mindałî û şî’irda day’enê
lem lawe min maçî řûmetî zîwînîy ekem û
bawkîşim lew lawe
şî’rêkî leberda enûsê!»
 
16y maritNava taybet –ber le nîweşewî em řoje qirçoke
şazade hewayekî modêrnîzmî şêt
hewayekî dûřeg, le neslî çep û řastî
syasetî em dinya bestoke
hewayekî ketey be’okî lexobayî
bonî dem sîrawîy,
kut û piř hat û kudetayekî zerdî
elkitronîy berpa kird.
destî beser text û bextî asmanda girt.
bû be taqe fermanřeway
em memlekete berîney behar.
řê û banekanî henasey nêwan
asman û zewîy best.
tewawî dergakanî beheştî kiłom kird
be dengî têkełî řojhełat û řoj’awa
beyannamey jimare yekî xoy xwêndewe.
her ewendey lerînewey gełayek û kemtir,
her ewendey tirûkey çawî awêk û kemtir,
her ewendey nûzey karjoleyek û kemtir,
çî firîşte û ḧorî û perî û bałdar û bê bał hebû
kirdinî bemom bê ewey hełyanwerênê.
kirdinî be şûşe bê ewey byanişkênê
le kenar awî řeşî em řoje kipeda
pol pol kotrekan sipî eçûnewe-
her ewe bû neyan’egmand.
le mezra û pawane sewzekanî em řoje gêj û wêjeda
espekan řewe řewe pał kewtibûn
her ewebû neyan’eḧîland.
leberdem em hewa şêteda
kê etwanê be pêwe bwestê?
kê destewestan nabê?
her le gataNava taybetkanî zerdeştewe
ta sermayeNava taybety markisKes
ta şimşêrekanî zulfeqarNava taybet
řişanewe û biłqyan kird û xip bûn.
azayetî, cwamêrî, bîrubaweřî agirîn
le sengerekanî xoyanda meyîn
bê ewey firyay pelepîtkey
teqandinî xoyan bikewn!
bo řojî dwayî le yeke be yekey kołan û şeqamî
em singe xinkawey minda
lenêw małanî em sîye dařzîwaney minda
fiřan fiřanî perasokanim bû.
fiřan fiřanî goranîyekanim bû.
minarekan dar elektirîkî milyan heł’ekêşam.
hendê destî xoyşim pencekanî xomyan edzî.
seyr bû, ew řojem qet qet lebîrnaçê:
le taqe řasteşeqamî em leşe sardusředa
çawî zeqim biřîbuwe pasdarêkî řîş nûranî
beser minî hełebceCihwe egrya û
keçî xêra xêrayş destî ekird be gîrfanîda û
le denke mêwjî gilênekanî sineCih û sabłaxCihy exward
eme ḧîkayetî 16y maritNava taybet
eme hawarî xinkawî em singem bû.
 
-werçerxa tarîkîm
em şewe şewêkî cyatre.
werçerxa řûnakîm
em xore xorêkî cyatre.
 
- lem dêře bew lawe
aweřoy wişekan le dengima egořim
lem řenge bew lawe
bafłî řengekan le çawma egořim.
-ferhengim tenge teng, hełteqî
le berî eşkence û jwarda
çwarçêwey em leşe pabendem
bo řoḧî řafzîm dest nada!
- hełebceCihy ḧellacNava taybetm çît bînî?!
- lem berî kenarî gyanmewe:
beharî řimûzin.
gułî diř.
xorî kwêr.
befrî řeş.
«ba»y xinkaw.
řûbarî zor zibir.
baranî wişk û řeq.
giřî sard.
xwênî zerd.
hajey keř.
girmey lał. çîm bînî?!
kotrî řiq
ẍedrî heq
tawanî firîşte
minarey cerde û diz.
- ey lew ber kenarî gyantewe?
- biłêsey xołemêş.
şořşî mirduwekan.
lafawî wişkanî.
hawarî bê dengî.
piřşingî tarîkî.
hîway na’umêdî.
sewzayî tînuyetî.
têrêtî birsêtî û
fiřînî kêwanim min bînî!
-lem dêře bew lawe aweřoy wişekan
le dengima egořim.
lem řenge bew lawe bafłî řengekan
le çawma egořim.
***
henûke darsêwî şî’rêkim koçerî
binc û bêx wek pijî serliqim berełła
eřom û zewîm wa le peřey defterma.
eřom û asman û bałindem ewetan
leserî bê dałde û naw cantay seferma.
 
hîç pena û pasar û qujbinî çawêkim megeřên
bo gułe firmêskê cê mabê lew nawe
hî xom û hî êweyş hemûym.. her hemûy
be bax û perjîn û cogele û.. be diřk û dałewe
legeł xom hênawe.
min řenge lewextî řoyştinda estêrey şipirzem
bizeyek yan qaqay şewêkî bîr çûbê.
min řenge lewextî seferda şiłejaw
gîrfanî yadêkim kun bûbê û lewêwe
çend wirde xoşîyek kewtibne xwarewe.
eşê min henarî mêxoşî nukteyek
yan kone çawîlkey şî’rêkim bîr çûbê
bełam min axir çon xemtanim bîr eçê?!
hetakû nalî-tan lelam bê.
bełam min axir çon azar û jantanim bîr eçê
hetakû seywanCih tan lelam bê.
min destim xoy cadey qîrtawî ẍemêkî dirêje..
min serim xoy êşe giłołey sozêkî ałoze..
îtir çon xemtanim bîr eçê!
 
bê kesîm řût nîye
ta emrê poşakî řeştanî beş ekat.
tînwêtîm bê kanî û aw nîye
ta emrê sîrwanî çawtanî beş ekat.
tenyayîm bê deng û kip nîye
ta emrê hawarî małtanî beş ekat.
dozexim bê kizey ba nîye
ta emrê henasey sarditanî beş ekat.
nîştiman! min nawit lê enêm giłimtikê
ewendey le miştî şî’rêkma to cêget bêtewe
waxoyşim naw enêm qumê aw
ewendey le pêłûy berdêkta
min cêgem bêtewe.
le pêşda ethênim etxeme naw destî sozêkim
hetakû wek xewnim wird ebî
dwatrîş le çałî çawanma –hemût na-
tozêkit řo’ekem.
leserit ewestim
hetakû leřenî gwê xwênma
şîn ebî.
ewestim tozêkîş be serta ebarêm yan egrîm
hetakû heł’eçê bałay sewz
dirêje.. dirêje.. em werzî ẍurbete û ẍerîbîm
ewestim, ewestim, ewestim
hetaku ebîte sinewber.
gyanekem sinewber!
to îste hî xomî
min boye emem kird
ger lêre min mirdim
bom bibî be tabût!
-temaşat her ełêy çolekey
tirsaw û sersamî naw çingî mindałî lasare.
hewrêkît keřulał dêy.. eçî
diłope baranî zor qisey naw naxt
dîln û gîr xwardû; natwanin dařjên.. dabken
to îsta ke edwêy
be tenha peykerî şeqam û baxçekan têt egen.
hemîşe to bo xot dûkesî, dûbeşî
yekêkyan eweye ke lêre
dû qaçe û řa’eka û
şwên serî winbûy xoy kewtuwe.
ewîtir lew dûre jerejî řoḧêke û
bałî xoy be pirçî daykitewe bestuwe.
hemû řoj.. hemû řoj.. hemû řoj
temumj xeyałte û
asmanit her wekû kirasî awdaman eypoşêt.
hengawit piřgałî cestete û bist be bist
xem be xem, zam be zam
xerîtey wêł bûnit epêwêt.
sisteke zemînî jêr qaçî honrawet
qîjeyan řo’eçê.
destî to kilîlî win buwe
dergakan serabin, her eřoyt
maşên û wagon û fiřoke
jwarî tenyayît swar eken
bestekî eşkencet bar eken, her eřoyt
em xewn û hîwaye sêberî dirêjî pêş xotin.
swar ebî
pencere ebête
awêney hełmawîy çarenûs
be pence «kurdistanCih» leser ew enûsît.
pisoke dezûy çaw
lewêwe temaşay kolarey
jyanî piçřawî xot ekeyt
to îsta çikçikey derałî zemanî û
leşewî ẍurbeta da’edeyt
berew kwê eřoyt û berew kwê řa’ekeyt?
hemû şew.. hemû şew.. hemû şew
řaburdû: momêke pirtepirit wek nîgat
legeł xot eygêřî.
řaburdû: berkawî xewnêke zerd û sûr
be pêłû eykêłê û eykêłît
řaburdû: bay weşte û leřoḧta heł’ekat
baranî mindałî û řêjney diłdarî û
pijpijey goranî û
nim nimey cirîwey çawanî goyjeCihye û
sertapay xemanit teř ekat.
hemû şew şareket serêkit lê eda
be gułî jałewe şeleşel
xoy eka be jûrta û ewestê
gułêkî ser singît edatê û
toyş tałê wenewşey ewînî namoyîy edeytê.
her şewey berdêkî kołanî dête lat.
her care û dirextî małêkî baweşt pya ekat.
her şewey baxełit piř ebê le bonî geřekê.
eřoyt û bazney sêberî xeyałit
nanêkî sersacî daykitî lesere
eřoyt û bawêzey henaset
kerwêşkey deẍłêkî binarî wiłatî legełe.
xołî dway borduman, sîmate û řeng û řût
bo kwê çûy tîzmałkî dûkełî gundêkit legełe
gilênet ezmiřCihe û eřwanît.
derbendî segirmeCih û bazyanCih gwêçketin, gwê egrî
to tenha be bejnî azarî sîrwanCiht
qułayî řûbar û deryaçe û
ta zeryay cîhanîş epêwêt!
 
zistane, bałindey befrînit le şamCihe
şamCih leber baranda ebînî:
askêkî çaw şîne
etirsê û elerzê û bařjinî hawarî
bo awî zîndanî û kelepçey meçekî dirext û şeqame.
zistane. hemûřoj tenyayt etbate çayxaney şeqamê
dat enê. ewende danîştûyt
ẍerîbît bon qawey kutrawî girtuwe û řojane
weřs bûn, lebnî derûnta wek xiłtey fincane
lêreyş her: azadî pyawêke
leser mêz be çirpe edwêt û şeqamî werdîyan
hengawî ejmêrê û kilîlî małekey emustî sułtane.
lêreyş her řûnakî qaçaẍe û
şî’rî nêr berxêkî xwênawîy jyane.
lêreyş her sêdarey gwêzan û milî guł.
lêreyş her kwêstanî zimanim le menfa emrêt û
mêjûyşim ’egalê leserî pêçrawe.
zistane. to lew dîw şûşewe betaybet
temaşay afret û baranî şam ekeyt.
çend cwanin, herdûkyan bo şî’irit
wek xewn û şimşałn.
lewyanda temaşay namoyît guł egrê û
lemyanda yadgar etjenê û kat û şwênî caranin:
«zistan bû, şewanî teřî ew, le dewrî agirdan,
haławî ḧîkayet le bejnî jûrêkî řûtełe heł’esta.
mindałîm mêwij bû. nîştiman małêkî biçûk bû.
çirayek dîwarko. sêberî wek xemî daykim û
şewqîşî awêney řûmetî ême bû.
lew sawe min, zistan naw ḧewşey honrawem,
piř ekat le befir û darçiwaley hestîşim exate
ber baran. lew sawe min zistan kêławmî û
kirdûmî be kêłgey genim û coy êş û jan»
***
hemû carê pał ekewî wa hest ekeyt
bûy be teleberdê lewê bo cêjwan.
da’enîşî wa hest ekeyt
serit topełe quřêke lewê
bo ḧemamokêy minałan
ke heł’esît wa hest ekeyt
bûy be peyjey banîjeyek îste lewê.
wextê xewtî wa hest ekeyt
bûy be xewnî darbeřûyek îste lewê.
ey gyanî gyan!
xo em «mang»e sergerdaney xoşewîstîm
le xoyewe neydawete em sakoy sikłî ẍurbete
xo em çeme serkeşey xem
le xoyewe ciłewî řoxî aramî nepçiřandiwe û
le xoyewe kuřjin naka be hawarî
dagîrsawî şew û řojî em ẍurbete.
ey gyanî gyan!
leser maçî pelke gyayek
lêwî cogeyekyan biřîm.
leser fiřînî şî’rêkim
hewryan be daw bo namewe
leser neřey şepolêkim
tavgeyekyan xinkandim.
leser ḧîley lûtkeyekim
binarekanyan le mêx dam.
ey gyanî gyan!
gomê şêt bû wextê le mangyan dabřî.
mangîş şêt bû wextê le hewryan dabřî.
hewrîş şêt bû wextê le şaxyan dabřî.
şaxîş şêt bû wextê le befryan dabřî.
befrîş şêt bû wextê le ’erdyan dabřî.
’erdîş şêt bû wextê le xełkyan dabřî.
gyanî gyanim
le îsteyşda, le bêşey asin û şûşe û konkirêtda
sûre kerwêşkêkî kêwîy ew binarî
pîremegrûneye diłim. lem nehatîy ewîneda
min her perîy giłezerdet
dar estêrem aw edat û gełařêzanî cirîwem
eypişkiwênê bine koterekey serim.
gyanî gyanim.
 
her ke baranê ebarê
řa’ekem û bo çend satê eçme berî
ełêm beşkû emcareyan em barane
bonî baranî ezmiřCih û goyjeCihy lê bê!
eger řojê xoretaw bê
řa’ekem û bo çend satê eçme berî
ew lêm edaw min çaw nûqaw
ełêm beşkû emcareyan em hetawe
le hetawî berberoçkey
bin gwêswaney xoman biçê!
eger car car «ba» hełbikat
řa’ekem û bo çend satê eçme berî
ełêm beşkû emcareyan
a em «ba»ye
wek řeşebay sileymanîCih
bepřitaw bê û hełmibgirê û
tozê xoł bikate çawim!
 
le dûrewe her ke polê kiçim bînî
berew řûyan pê heł’egirim
serinc edem ełêm beşkû
nazê, şermê, tîley çawê
sûr hełgeřanî gonayek
bimbatewe bolay şeqamî şarekem
wekû dwênê.
 
her ke bazařêkî mîllîm hate ser řê
řa’ekem û eçme nawî
tya xul exom
ełêm beşkû hawarî mîwefroşê
hawarî masîfroşê
hawarî sewzefroşê
le hawar û jawejawî êwaranî meydaneke û
berḧewzeke û
jêrpirdekey xoman biçê!
 
kartêkî řeş û sipî taybet bo hawřêkanim
 
hawřêyan!
em êwareye minîş dêm.
le çayxane biçkoleke
kursîyek bo şî’irim danên
neyden be kes
ger camane qoşmekey
xałe řecebNava taybet hat pêy biłên:
ebê bibûrî gîrawe.
ger şepqekey eḧey mîrzaNava taybet
bepelepel ewîş hat biłên: gîrawe.
meger le hewlêrewe mîwanêk azîz
zor mandû bê û bigate cê
meger kitêbe yaxîyekey ’ebdulxalqNava taybet
wişey şan û mil xwênawîy
ke natwanê
leber êşî zamekanî
zor bepêwe řabwestê!
***
ey řojgare lîxnekan!
key ebnewe be awêney
ew direxte diłdaraney
le bestên û kenartana
sertapayan le gułî tarîkî û quř û
xołemêşî sûr girtuwe?!
çi bahozê sîmay girjî mêjûtan řûn ekatewe?
çon zewî aşt ekenewe?
ey řojgare lîxnekan!
êwe hajetan qirîşkey
mezar û kêłgey xinkawmane.
çepokanî mewcdanewey řeşî êwe
peleqajêy estêrekanî êmeye!
eweta dar û perdûy goranyekanman, cejnekanman
be encin encin kirawî řa’emałn.
 
be çwardewrî ełqe ełqey boşayîda
be çwardewrî xane xaney tenyayîda
çyayekim ser hełgirtû
gułêkim şêt
her xul exom û xul exom.
weřs bûnim bo satêkîş
dałdey hîç aramê nada.
min diłtengîm qifłêke xwa
çend lêy newî neykirdewe
wekû «mensûr» zamanim cê bexo nagirin.
xanû wîstî dabînim kat.. pencereym lê yaxî kird.
şeqam wîstî dabînim kat.. şostekanîm lê yaxî kird.
kursî wîstî dabînim kat.. xomim hełken
şaran wîstyan dabînim ken.. xemanim bałyan lê řwa.
ey řoḧî wêł!
tenge be berî ’eşqî to em nexşane.
nizme bo sûtanî serit em asmane.
temî êret da be xota kurt û kwêr bûn.
řyan sard û
janyan kip û
payzanyan bê firmêskî diriştane.
ey řoḧî wêł!
jûrêkim heye tenyayîm beşî nakat
tenyayîm cimey dê le deng
le řeng û bon û tamî kost.
ew kirduyêtî be nerîtê hemû şewê
dûsê hawdemî dêrîney
wek: hełebceCih
gelî bazê
qeładzêCih
pîremegrûnCih
legeł xoyda
dênêtewe bo em małe biçkoleye
îtir hetakû beyanî
ta kełeşêrî awayî zamêkî tir eqûqênê
yeke yeke legeł berd û legeł dar û
legeł gełay hemûyanda
sema eka û
pê’ekenê û
egrî û
edwê.
małêkim heye tenyayîm beşî nakat
tenyayîm qerebałẍe û piř le jawey wirde jane
ew, şewane buwe be xûy
her leser em çirpa teske
ebê legeł řûbarêkda řabkişê û
dest bikate milî gomê
çirpayş kurte bo qaçekanî řûbar û
tengîşe bo leşî gewre û pan û pořî gome şînê
 
jûrêkim heye tenyayîm beşî nakat
bo şipirzeyîm biçûke
tenyayîm dostî bê dałdey êcgar zore
gelê carîş şewane wa řêk ekewê
tenyayîm cêy xoy çoł eka û
jûrekeyşî becê dêłê
ta kispeyekî ẍerîbî taze hatû
leser çirpay ew bixewê!
 
- ewa îsteyş eme yekem payzî dway
koçî espeřeşî toye.
eme yekem payzî dway hełhatnî namoyît û
awabûnî şaxekanî řoḧî toye.
eme yekem payzî dway
wêł bûnî gemyekey toye.
 
le gwê zeryayt.. çawekanit wek kelepo.
biřîwete nehênîy aw
serit lenaw namoyîda belemêkî sergerdane û
destekanit sewłî şikaw.
wekû payz êwarey tenyayît teře û
yadgarî lê eçořê û
xeyałîşt zerdey hetaw.
 
le gwê zeryayt
şipirzeyî şepolekan û werînyan le bestênda
payze mêjûy zor dûrin û kefî «kat»n û
dên û legeł limî ’umrî emřo û sibey
baweş eken be yektirda
şiłp û hûř ḧîley zeryaye û
danaseknê çepokanî.
yałî sipî bedem «ba»we
heł’epjê û da’eřjê û zerd û sûrin tîskekanî
 
le gwê zeryayt
yekem care em mêjuwe şile bibînî
yekem care em same şîne bibînî
yekem care bonî tirîfe bikeyt û
ziřey řengekan bibîsî.
 
le gwê zeryayt
bełam le hełsaneserpêy xêray awda
dîsan şax ebînîtewe
to bê «hełgurd» şî’rêkî kakîbekakît
negzingit têda eřwê û ne sozîşt bała eka.
 
le gwê zeryayt
wirde wirde temaşat hengaw hełdênê
xeyałit xoy heł’ekat û
baz edeyte ser avzînê
le tirsanda her dû çawit enuqênî û
mayînî aw etfiřênê
ew wextey çaw ekeytewe xot ebînî
le gwê wirmêCih bûy be gułe nazenînê.
 
le gwê zeryayt
gwêt le nałe û girmegirmî sedekane beyekda dên
çawit le zoran girtinî hetahetay ’erd û awe
çawit le ẍezebî xwaye ke heł’eçê
çawit le paşgez bûnewey gunahîşe ke da’eçê!
çawit le kefejîlkey ẍerîbîy xoyşte
ke koç ekat û win ebê!
 
eme yekem payzî dway
wêł bûnî gemyekey toye
em payze le payzî daykit naçê
ew payzêkî bêwejin, kuxtenşîn, çiř ewerê
em payzî ałtûn beser, telarinşîn
le şûşebenda ewerê.
em payze le payzî daykit naçê
lêre her dar beser darda be xuř egrî
lêre her berd beser berda bexuř egrî
bełam le payzî daykita îste lewê
dar û berd û aw û xełkîş
her hemûyan be yekewe
beser xakda bexuř egrîn
îste lewê!
 
- lekwêwe hatûy? epirsin.
dîsanewe heman pirsyar ebêtewe be tutřikê û
xwên le dengim dênêtewe.
wa bo carî hezaremîn
nawî gułekem ehênim.
heyane wek řojê «ba»yek
emey dabê be gwêyanda
ledway satêk serêkî bo eleqênin.
bełam zoryan le bêdengîda exnikên.
mit ebin û milyan ebê be nîşaney sersuřmandin.
minîş îtir le ḧejmeta nexşeyekî
wek syaset çirç û loç û
pîs û diřaw wekû řewştî dewłetan
le gîrfanim der’ehênim.
pence exeme ser xorî letupetim
- a lêrewe
lenaw keştyekey nûḧNava taybetewe min hatûm û
le befrî cûdîCihda zawim
- «êwe xewnî řengawřengî
nêw dastan û efsaney kone eybînin
hîwatan tirawîlkeye
minîş bawkim nîştimanî lenaw çawya hełgirtibû
ew, dar xurmay benderêkî
çaw xewałûy bakûrî efrîqaCih
řojê gerdawî oqyanûs řayfiřand û
le osloCihda gîrsayewe
le «bař»êkî wek êreda
şewêkî sard wekû îsta
daykimî nasî.
min nawim margirîtaNava taybetye
bawkim ta mird
xewnî wekû xewnekanî toy ebînîy!»
eme qisey kîjołeyekî dûřegî meẍrîbCihy bû.
şewêkî sard, le «bař»êkî ser germ bûy,
naw «oslo»da way pê witim. mêrgê kuř û kiçî
şeng bûn. be dem kerwêşkey goranî û mosîqawe
eşnanewe.
minîş herxom û şî’rêkî şerminokem
xom û bałindey wiřênem
xom û dûkełî cigerem
le sûçêkda yek yektirman exwardewe.
kiçî dûřeg margirîtaNava taybet taze buwe
be «mang»y naw befrî nerwîc
taze buwe be henasey hełmawîy em şeqamane
be ḧerfêkî em zimane û
be peřî mosîqay em «bař»ane.
meẍrîbCih nîştimanî bawkî
lay ew tenha sê tarmayîn
sê tarmayîn û hîçî tir..
byabanê, darxurmayek û ḧuştirê.
lew şewewe margirîtaNava taybet tirsêkî kird be sêberim
çirke be çirkey se’atî em ẍurbetem ejmêrêt û
bo kwê biřom temumjî dê legełim.
lew bařewe margirîtaNava taybet gumanêkî tya řokirdim
wekû xorke lew sakewe
pelkekanî xewnim exwa û
lenaw bêşey tarîkîda
na’umêdî da’etaşê bo tabûtî
mangeşewm.
lew şewewe wa hest ekem sîmay kiçe biçkolekem
leber çawim bote sîmay margirîtaNava taybet
nîgakanî çûnete naw nîgayewe
cogey dengî řijawete naw dengyewe
baxî qijyan her yek baxe û
řengekanî hest û nestyan bûn be yek řeng.
lew şewewe wa hest ekem
minîş kiçe biçkolekem
namoyî gewrey kirduwe
wekû diłope şewnimê
têkeł be «ba»y êre buwe
le semagey nîweşewda
serî le leşî win buwe û
carbecarê le bařêkda boy egeřê.
wa hest ekem hemû řojê
tarmayyek dêt bo lam û wêneyekîm bo ekêşê:
kałbûnewey yadgarî.
řûtanewey peřubałî zimanekey.
hełwerînî xêzanekey.
bîrçûnewey xewnî bawkî.
bon nekirdinî henasey nîştimanî.
twanewey befrî goranî û
ḧîkayetî gyanî daykî.
lew şewewe wa hest ekem
minîş bawkî margirîtaNava taybetm
bûm be şî’rî xemêkî zerd
řojê le befrî menfada awa debim!
ewsa le werzêkî tirda
şewêkî sard wekû êsta le bařêkda
ewîş wekû margirîtaNava taybet
basim eka:
«bawkim melêkî kêwî bû
le şaxewe bałî girt û
geyşte befrî em qutbe û
řojê lêre, bedem awaz xwêndinewe
xewnekanî legeł xoyda řeq bûnewe!»
***
mêjûm û sefer ekem û
legeł xomda şořşekanim egêřim
le xom zyatir kes temaşay xwênim nakat.
dûkełim esûřêmewe û
legeł xomda dêhatekanim egêřim
le xom zyatir çawî kes nakzêtewe
bem dûkełe.
lawandinewem exulêmewe û legeł xomda
sêdarekanim egêřim
le xom zyatir kes gwê nagrê lem kotełe
çîrokim dirêj ebmewe û
legeł xomda qirçeqirçî şeqamekanim egêřim
le xom zyatir kes bonî bokřûz nakat
le xom zyatir le xom
le xom zyatir
le xom..
 
kwa ẍurbet sêberî darbeřûy dûrîye?
ger waye! em hemû kiławî firmêskî beřwane
çî eken lelay min? bo lêren?
bo řîzyan bo serî qełemim girtuwe?
 
kwa ẍurbet estêrey pemeyî koç kirdûy
sîweyle û neybînim? kwa waye?
ger waye? em hemû wenewşey xewnaney
Nava taybet û nořkNava taybet
çîn lenaw defterma řwawin?
bo lêren?
bo jûrî temaşam piř eken
le bonî dû «barê»y paş baran?
kwa ẍurbet şewqe bo ajawey êwarey
mindałî geřek û neybîstim? kwa waye?
ger waye? mindałî em hemû geřeke
le kûçey naw dengima çî eken?!
bo lêren?
bo saḧey fitbołyan sersingime û
gałteyan: tirîqey kaẍezî sipîm û
şeřîşyan: «miswede»m?
kwa ẍurbet bay bonî şarêke min neykem?
kwa waye? ger waye?
em bone têkełey:řařewî qeyserî û
meydanî masteke û guzerî zîn dirû..
çîn ke dên le ḧêlî wişem û
le pûngey kakołim û
le çermî cantakem?!
ey tenyayî!
ey espî řeşî bêzarbû
lecłewî em zemanî bazre bûne!
ey zayełey kewe sûrekey naw singim
to key ewende çwardewrî
cêjwanî řazekanit çoł û hoł bûn?
lenaw lankey nîştimanda
to hawřêy emekdarî lawandinewet
gelê zor bûn.
to kwa lewê hergîz hestit
be bizir bûnî cirîwey bêdarît û
xawbûnewey jêy gîngiłî şewan ekird?
to kwa lewê hergîz hestit
be winbûnî cê pêy ax û
sard bûnewey agirdanî giryan ekird?
to kwa lewê qet henaset
bê derbendî hawdem buwe?
to lewê xeme dirawsêt hênde hebûn
be peyjey wext û nawexta
diłsozîtan, simore bûn
bo lay yektir da’ebezîn.. ser ekewtin.
beser dîwarî mabênda firmêskekan bazyan eda û
wekû lawlawî ser derga û penceretan
maç eřoyşit û maç exşa û
leser ban û le ḧewşeda, wek tenafî cilekantan
řaz û nyaztan têkeł ebûn
ey tenyayîm!
to lêre îste kenarî
naw janêkî şûşebendî řengawřengî
bem denûk û bew bałane
çon etwanî to sinûrî şûşe bibřî?
bo kwê efřî
ey tenyayî?!
cyabûnewey em bałane lew asmane
lengerî gyanyan têkdawim.
dûr kewtinewey em wişane lew gułane
hestî bonkirdinî xakyan tya werandûm.
dûrkewtinewey em çawane lew kêwane
ziney sernicyan kiz kirdûm.
cyabûnewey em destane lew pirçane
pencey temasyan siř kirdûm.
dûrkewtinewey em zimane lew tamane
oxey çêjyan lenaw demda bizir kirdûm.
cyabûnewey em qaçane lew řêyane
nawnîşanî zor hewaryan tya win kirdûm.
cyabûnewey em gwêyane lew bestane
çend hajeyan tya keř kirdûm.
- namoyî çîye? lêy pirsîm.
wekû fîşkey şemendeferî hezarpê
şew dirêj û ax dirêj û dûkełî yadim dirêj bû.
şewqî giłopî zerdibawî kabîneke
eyda le temî derûnim
lew sateda wam hest ekird:
min deştêkî çoł û hołî
wekû ew dîw pencerekem!
wek cantakem şewgar her teketekî bû
xewî ziřaw bûbû be camêkî mis û
legeł hemû sersimêkî ew şeweda
le serma eziringayewe..
lew sateda wam hest ekird:
giłopî zerdibaw her xomim
tem her xomim
hêłî asnîş her xomim
řêga xom û koç her xomim.
 
- namoyî çîye? lêy pirsîm.
mey: estêrkêkî kiłpe bû
serim tya nuqim kirdibû.
xeyałî lerzok lankem û
bê hudeyî řay’ejenîm.
lew sateda wam hest ekird:
şûşeyek meyî řijawim
şûşeyek badey şikawim û
her betenha milekemim pêwe mawe û
em cîhaneyş tûřî dawim!
 
- namoyî çîye? lêy pirsîm. çî pê biłêm?
biłêm: diłdarîy nêwanî xewn û xake?
yan henasey gułêke dûr le baxî xoy?
yan wêłbûnî temaşaye bedway yadekanî xoyda?!
yan tenyayye ew katey řew ekat û
nîştimanî le kołdaye?!
yan awêneye û bo sîmay yadê egrî?
çî pê biłêm?! biłêm nanêkî sersace û bîrî ekem?
biłêm bonî mêxekbend û bonî daykim û
bonî kiçanî geřeke û îste nayen?
biłêm şêt bûnî řêwase
dûr le kelîxanî wiłat?
biłêm meraqî sûrî henarî awareye
bo şareban?!
yan sewday zerd û sipîye bo nêrgiz û
yan şeyda bûnêkî sewze bo beharan?!
biłêm dûrîy nêwan min û kursîyeke
le çayxane biçkoleke?!
nêwan min û mêzî yane û êwaranî çîmeneke?!
çî pê biłêm? biłêm namoyî dîware?
yan biłêm ’îşqe bo quřî kołanan û
bînînewey şêtekanî şarekem û
yan maçêkî bałkirawe û nagatewe ew heware?!
min le dwayîda pêy ełêm:
şipirzeyî hênde bałî namoyîmî řakêşawe
tořî gilênem řayełî tîşkekanî
xaw botewe û
lem dûrewe wextê eřwanme nîştiman:
hemû yadê, hemû şwênê
hemû xewnê, leberçawî yadgarim
ebin be duwan, ebin be syan
ebin be de.. ebin...
çîy pê biłêm?!
çîy pê biłêm?!
çî?!
***
emeyş ew bałindey sitrane sipîyeye
ke hemû şewê le gerûy betemumjî
şa’îrêkî sewdaserewe berew
kazîwey çawekanî xak bał egrê:
ta ziryan nebû be espim
çya ciłewî negirtim.
heta heło bałekanî xoy nedamê
şî’irim nefřî.
heta yar nebû be hengim
şaney hengiwînim la nebû.
heta şehîdî wiłatim
nehatne naw baxçemewe
hełałem sûr hełnegeřa.
ta namoyîş neydam be dem
xezanewe
beharî xoşewîstîm nedozîyewe!