IV

Li pirtûka:
Derbendî Pepûle
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 28 Xulek  3464 Dîtin
Derbendi Pepule/4A
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
Derbendi Pepule/4B
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
her emşew direngan le kenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman
ew katey mang serî wiřî xoy
exate ser şanî girdołke û
«ba»yiş eřwa bo semay hêwaşî
hawîney lêřewar
her emşew ewkatey ke limî
leş germî bestênîş wekû berd
şekete û xewałû
ew satey gijugya
beramber tirîfey ḧepesaw
bewenewz pêłûyan qurs ebê û
keneft û milyan lar!
her emşew ew katey firîştey dastan û
perîyekan, le perdey zîwînî kejawey awewe
řût û qût dêne der, ełqaw’ełq des egirin
beçirpe edwên û çirawgî ewînyan
exene ser zînî şepol û
«tancîk»y nûr eden
leqjî dirêjyan.
 
her emşew řêyekî şîn bawî nehênîy
embate kenarî ew gomey tenîştiman
leşwênêk nepnidî
nepnidî wek cêgejwanî befrî xwa û
biłêsey ’eşqêkî ebedî
çepek, wek jêr kepre sardekey
derûnî ẍerîban
kiř, wekû sêberî tenyayî
şewanî ẍerîban.
wekû ’eşq
soz emba
řenge lay birînî bê nałey darmêwê
la bida û dambinê..
řenge lay sûtanî bêdengî dar bîyek..
řenge lay henawî kołrawî gaberdê..
 
çend sałe min lêre biniçkî
ser jîley, çaweřêy emşewem
çend sałe min serim hewrêkî nebare û
çaweřêy hatnî baranî em xewem.
min emşew:
meçekim û çaweřêy pencemim.
qaçim û çaweřêy řêgemim.
pijupom serkoney «ba»y zorkird
bo nehat? tavgey ew zełme bo nehat?
negeyşit, ew hajey ewîne, negeyşit.
bałindey pirsyarim be denûk
kirase şînekey samałyan kunkun kird
bo nehat? ew kotrî hetawe.. bo nehat?
negeyşit? ew xeme serkeşem, negeyşit?
bo nehat? ew řezî honrawe sipyane.. bo nehat?
 
ew ke hat diłnyam
legeł xoy nîştiman ehênê
le qulî miştîda kêwan û le pêłwî mandûyda
deryaçe ehênê.
ew ke hat diłnyam
ewînî şarezûr teř teřî kirduwe.
ew îste sozêke şełałî ẍurbete û
be bałî çirîkey leser tem enûsê û
terzeye û
şexteye û
agirî girtuwe!
ew ke hat diłnyam
her yekser hewałî
darçiwaley awarey «zerdyawaCih» epirsê!
peroşe
peroşe
bo ewey gełayek firmêskî
darekey şêx hebas bibînê
sûtawe bo ewey řêḧane biskêkî
kiçêkî sineyî bon bika û
şêt buwe bo ewey
le deştî berînî dengêkda
horeyek bibîsê.
 
nazanim! ew wextey ew nûre be same wek tîrêj
xoy ekat be şewî xełwetma, emxate tendûrey
pirsyarî xoyewe, emxate gêjenî ewînî xoyewe, gumanim
perit eka, sertapam le sozya ẍerq eka.. min çî bikem?
çon çonî çexmaxe û birûskey ew ’eşqe bidwênim?
biłêm çî? kilîley asnîy em deme bestirawe çon ber bê?
min çî bikem? bo ewey ḧesretim be hetaw bipjê û werînim
guł derka û be bałay asoda hełzinê?
diłnyam ke bînîm
pelupoy tarîkîy berçawim.. çiraxan heł’eken
tînwêtîm karêzî eteqê û
melûlîm sayeqe ekat û
asmanî řoḧî ew baweşî pya’eken!
 
nazanim pêşwazîy ’aşiqê le xorî ’aşiqan çon ekirê?
nazanim pêşwazîy ẍerîbê le mangî ẍerîban çon ekirê?
nazanim ew wextey gełayek
egate berdemî ziryanê çî ełê?
yan taqe diłopê le ewîn
ew wextey egate
zeryayek le ewîn.. çî ełê?!
bełêne direngan her emşew le kenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman
dû qołîy yektirî bibînîn
«min ebê hełkişêm
bo ewey berzayî bimnasê
min ebê řo biçim
bo ewey qułayî bimnasê»
min zûtir egeme lay kenar
pêş wext, beçirpe be aw û berd ełêm: kê egat!
min zûtir, leser gom şî’rî xom enûsim.
pêş wext, min serim wekû taq lê’edem
aramî şipirzem leřoxda eřwênim.
 
le jûrî zerdibawî xemanda
civînî ẍerîban em şewe
le berdem şay koç û pîrekey muẍanî şaxanda!
civînî gułałe û xołemêş
civînî aw û giř
civînî tîşk û tem
civînî firmêsk û nîştiman em şewe.
pêdeştî zîwînî řoḧ şwêne û
kat lejêr řikêfî ’eşqaye û
çawî xwa meşxełî asmanî em şewe.
 
min ke çûm be nyazim legeł xom le singima
řojnamey řeşebay xwênawîy dû sedey
kêwanî bo berim.
yaddaştî dûkełî zamanî dû sedey
pêdeşt û binarî bo berim.
benyazim elbûmî řengînî azar û jan û swêy
qirçan û sûtan û zirîkey
aw, gił, dar, berd, şar, gund
ajeł û bałdar û bê bałî
dû sedey bo berim!
benyazim wextê çûm legeł xom le çawma
betaybet
asmanî xinkawî hełebceCihy bo berim.
bełêne her emşew dû qołî direngan
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman
pêk bigeyn.
yekem car:
estêrkî baweşman
piř ebê le xunçey maçî sûr
bałayşiman ebête dû awan.
herdûkman wek serman
 
’eşq enêyn be ’eşqî yekewe
mêjûman: dapîre û
honraweyş ekeyne agirdan.
 
bełêne her emşew direngan dû qołî
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman
min û mela xidrî eḧmedî şaweysî mikayłîNava taybet pêk bigeyn:
pêk bigeyn wekû dû pepûle
payzey gîrsawey ser diřkê!
wekû dû birîskey kişanî estêrey naw xewnê.
wekû dû zemanî awêtey yek koç û řewendê.
wekû dû qesîdey giryawî yek dîde.
wekû dû bałindey ẍerîbî asmanê.
bełam min ezanim ew zêyey
le gyanî bê oqrey şî’irimda boy ebem
henasey sûrtire,
zirîkey bexuřtir,
firmêskî dirêjtire,
le şîwesûrekey singî ew.
bełam min ezanim ew bêşey jwarey
ke eydem be kołî seywanCihma û boy ebem
heniskî çiřtire
sêberî weyşûmey kiřtir û
qułpekey berbînî dirextî piřtire
le saray xak û xołCih.
bełam bo şî’rî cwan, ziringey pawane
qesîdey şox û şeng
bo kane pirşingî hizrî wird, baranî xeyał û
birîqey hestî teř
pêy ełêm:
bêguman.. serwerim!.. bêguman
wişey to qûłtire
ḧerfî to geştire
dengî to piřtire.. bê de’wam, petkîş nîm!.
pêy ełêm:
gewrey min!
pêm nałêy ew hewday giznigî çawanet
çon ekeyt be derzîy ḧerfewe
bo ewey xem bidrûyt
bebałay ḧebîbe û ’îşqewe?!
pêy ełêm:
be geła teqełî payzan
çon hewr da’edrûy
be şanî ẍurbetda û çon firmêsk eřwênî û
hewarî birusket çon xiste sertewe?!
pêm nałêy, serwerim! ew siřřem pê nałêy
espî «ba»y zimanit çon řam kird?
le kwêwe çûyte naw diłopî baran û
çon twanît be tîşka hełgeřêy?!
çon twanît?
serçinarCih, bekirecoCih, xak û xołCih,
xaneqa, her hemûy le zamî hîcranit
bar keyt û ew zameyş
bixeyte xwênawî tanceroCihy diłtewe?
çon twanît be cumge û biřbiřey şî’rêkî lanewaz
pirdekey serşeqam dirust keyt?
çon twanît derûnit bedemî hîlalî lawazit
hełkenî û darekey pîrmesûrCih le nawya binêjît?!
 
pêy ełêm: gewrey min!
çon twanît be tałe zułfêkî ḧebîbe
girdołkey janî xot le qedî şewanî tenyayî
şetek deyt?
çon twanît bê sewłî dûdestî nîştiman
be gemyey nêw mewcî gerdawî ẍerîbî
em řêgay nehate wa tey key?!
pêy ełêm: serwerim! min wekû bizanim
ew xakey ke janit tya pişkût
berkawî tînuyetî ’eşqêkî bepît bû
min wekû bizanim
to şewt bo giryey çawanit qorẍ kird.
sûtayt û ewsake kazîwet
guł şî’rî xorî girt!
 
her em şew direngan dû qołî
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman
yektirî ebînîn
civînî ẍerîban em şewe
sûtanî ẍerîban em şewe
ew wextey egate berdemim
ew awe û min darbî û kiřnûşî bo ebem.
eybînim: çiłêkî darekey pîrmesûrCih
goçanî desêtî.
eybînim: řê eka û dû sê pol çolekey «kanî ba»
bedewrî deẍłekey ew seruřîşeda xul exon.
eybînim dûraw dûr eybînim!
pełeyek gułcarî gundekey małyawaCih
serpêçî serêtî.
eybînim: eřwat û tanceroCih em qaçî û
şîwesûr qaçekey tirêtî.
şanumil dewenî lay «tekye»n?!
yan mom û jêrpyałey ḧucrekey
mizgewtî sey ḧesenNava taybet?
ew pencey destane pelke gyay
lerzîwî gwê zełimCihn?!
yan hengî nêw şaney qesîden?!
ewendem pê ekirê her ke hat
tirîfey bo bikem be ferş û
leber pêy sîrwanCihya řay bixem.
ewendem pê ekirê
le dûdî henasey dirextî ’elem dar
wek lakêş
parçeyek le dûkeł bibiřim û estêrey
em diłey pêwe kem bo ewey boy bikem
be ałay pêşwazîy wirşedar.
pêş ewey ew bigat min dênim
le hîlal, kejawe û le giryan, espêkî ḧîledar
zîn ekem; sûtanim swar ekem
ta be ẍar xoy bikat
be gelîy ew koçî befreda û
dûraw dûr biřwanim, pêş ewey ew bigat
bizanim çon ebim be hełm û
çon ebim be qetrey areqî
sergoney şî’rêkî dûr wiłat.
her ke hat pêy ełêm: serwerim! bo pirsît?
«zarim wekû hîlal û neḧîfim wekû xeyał
aya bezarda dêmewe û be diłda dekem ’ubûr?!»
pêy ełêm:
qurban xot darşatûy wişeyt û
xot bałî denûkî goranî û
yekemîn colaney «hîlal»y hełbestî
her xoyşit şimşałî lalêwî kejan û
her xoyşit awêney «ba»y sewzî pêdeştî.
pêy ełêm:
gewrem! to
ledway xot bo ême
mîratî xemêkit becê hêşt
berdewam be haje û kef çiřîn, wek zełim û
kełeget, wek hêroy qij sûrî
gwê zamî tanceroCih!
bełêne her em şew direngan le kenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman dû qołî
yektirî bibînîn!
her em şew, min, nalîKes, ḧezretî ẍerîban ebînim.
ew, şewe le gizing muturbe kirawe ebînim.
ew, kêwe koçere ebînim.
ew, befre ferencî lebere ebînim.
hawîne û le małî payzda civînî ẍerîbane em şewe.
le kwêwe darbeřûy lanewaz
řeg eda be kołya û egate em nawe?
lekwêye pirşingî derbeder?
lekwêye řûbarî aware?
estembûł, lankeye bo hetaw?
îstigeye bo xewnî ẍerîban?
yan toře bo mang û çeqoye bo milî estêran?
estembûł derwazey barane?
yan şarî kulleye û şimşêrî des sułtan?
estembûłCih sirweye?! arame?! hetwane?!
yan xwêye bo zamî geřîdey ’aşiqan?!
lewêwe nalî dê û şarezûr legeł xoy ehênê
lewêwe qeqnesî ew xeme bał egrê û heł efřê û esûtê!
ay ’eşqî daruberd, way ’eşqî xak û xołCih!
řoj nîye ew nebê bemêrgî xewnêk û
wiłatîş be cwanûy ẍarkerî nwałey sersingî!
ay ’eşqî aw û gił, way ’eşqî gijugya û liq û çił!
řoj nîye ew nebê bekanîy yadêk û
wiłatîş be qaspey kazîwey nêw dengî.
ay ’eşqî mełkendî, way ’eşqî kanêskan
şew nîye ew nebê be çîẍî serbanê û
şarekey be «mang»y werîwî hawînî xeyałî.
 
bełêne her em şew direngan dû qołî
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman yektirî bibînîn
ta ewdêt, ta egat
min jałey temaşam le sîley
her dêře şî’rêkî ẍerîbda enêjim.
hêł be hêł
henawim be qełem ekêłim
azarim çûz ekem le tîşk û
serîşim piř ekem le baran.
ta ew dêt, ta egat
min çiray dîwarkoy milî xom
le ḧucrey «tekye»da heł ekem.
zirêbarCih ehênme řoḧmewe û
be jêy aw kenarî tenyayîm wekû tar lê edem.
ta ew dêt, ta egat
min ebim be peykî şareza û be –badî xoş mirûr-
lesûtûy horekey hawarî şarezûr
be dîdem mêjûyek eşêlim, eyşêlim
ta eykem be serî biřřawî «salim» û
boy ebem!
bełêne her em şew direngan
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman
dû qołîy pêk bigeyn:
ezanim her ke hat wek espî bûlere
apûrey pirsyarî çun piřme û simkoł û çepokan exroşê.
çun janî xezan û hełweday ziryanî bê dałde û bê pena
henasey ew sîne şeqare le menfam ewrûjê
ezanim her ke hat
ew ebê be ḧîley sorax û
biłêsey edate çwar nałe û
teputoz le deştî em sîma xołînem heł’esê
epirsê û epirsê... epirsê
emcare, ew berdî kołanî yadêk û
ew darî nêw xewnî baxêkî wiłatî guł ’umerNava taybet
namênê hewałî nepirsê
emcare ew bałay qesîdey nîşaney pirsyare û
lew peřî her biste sozêkî hewałda
çaw le řê day’enê!
emcare salimKesy naw zułmet
yek gemyey çaroge sûtawî şew nîye.
emcare «salim»y hawřêy cênîştey dozex û
honrawey dapłoxaw, zuxałe wişey şar,
qełemî bałkiraw, řêçken û karwanî dûkeł û
sêberî perit pertî weyşûmen.
emcare –narewen- betenya
pencerey ḧucrekey xaneqa boy nagrî
emcare her pirdî serşeqam
biřbiřey piştêkî şikawî goranîy şar nîye.
be tenya «kanî ba» axêkî girmołe û
serçinar mirawîy xinkaw û
be tenya ḧebîbeNava taybetyiş yar nîye.
ke geyşit pêy ełêm: serwerim!
serkirdey leşkirî xem û dax!
metirse le dway toyş supakey xemanman
behêze û serkewtû,
ledway toyş neşkawîn, bo bişkêyn?!
ke şadî ewnde lawaz bê û tirsinok
bo bişkêyn?!
ke xoşî hênde zû
leberdem hêrşî kostimanda bibezê!
***
min demêk bû, wênekêşî xulyay sofîm, beramberî ew asoye
řawestabû. min demêk bû cûłey pencem
bûbûn be hêłî bałay ew. tirukey çaw:
be nuxtey ser tewêłî ew, henasekanim:
boşayî û azarekanim řûnakî û şewqim sêber.
min îstake wişem lenaw defrî şî’ra egirmewe,
xewn û siruşt û řeng û deng têkeł ekem.
wêney nalîKes wa ekêşim:
sîmayekî bezeřkeftî eşkence û dax direwşawe
yan girde temêkî têkeł be zerdepeřî êwaran.
dû çawî řûn: le binyanda çewî xeyał tiruskey dê;
dû goy wirşedarin lenaw dû kalaney qûł û matda
bizavyan tîj û bê oqre..
be seryanewe dû biroy tenk, peywest
berde nwêjî tewêłêkyan hełgirtuwe
ke baran û guł û şî’ir
nwêjî leser da’ebestin.
dû řûmetî piř le dêraw
be «cût»y sał řê řê bûn û
kewtûne ber çiřîy sêber.
kepûyekî beqorit, tûře.
dem û lêwêk wek hemîşe amade bê
maçî xoşewîstî bikat.
řengî qijî: tarîk wiřûn.
dest û pencey biçûk biçûk mindałane.
dengî: hêwir.. wextê edwê
destîş ebin be colane û be pałekanî axawtin
dên û eçin.
ke şî’ir exwênêtewe, le gełya eçemêtewe
wekû sucde bo zimanî kurdîy berê waye.
palîk û řîşî têkeław
sinûryan zerdîy dûkełe.
demarekanî piştî dest
wek cogeley barîk û şînî ser nexşen.
le zor kes bałay kurtitre.
bełêne her em şew dûqołî direngan
le kenar ew gome ẍemgîney tenîştiman
yektirî bibînîn:
her le dway geyştin..
ew satey ke destim exeme naw destî ẍurbetî
de şimşał pencemin û namoyî herdûkman ejenin.
ew satey hewarî řîşekey maç ekem
dû lêwim kenarî kanîn û wił egirin.
ew satey ke çawim ebřime nêw çawî hîcretî
firmêskim pepûley sipîn û le zerdey řuxsarya heł’efiřn.
ew satey ke pirje û tinokî duwanî lêm eda
qaqiř wiřûtenîy bîstinim
be awî dengekey şîn ebin,
ew satey pêy ełêm: serwerim!
le awî pirşingita ẍerqim ke
bo ewey le qûłîy soztewe
bigeme naxî xwa û
em temî gumane leserçaw laberim.
pêy ełêm: serwerim!
to nûrî tewêłî wiłat bûy geyştî
eweta min lêre çwar werze tenyayî
be bêłî tarîkî emkêłê
temaşa! zemanî weřs bûn xerîke
be denûk henawim kun bika û aramim hełkołê.
serwerim! min îsta bo gyanim tîrêjê
pencerey ezmiřCihm lêt ewê.
mehêłe em heway nasore
řeng û boy honrawem berêt û
mehêłe lawkim hełwerê!
serwerim! min îste lem dûre
kewêkî kesîrem
bo çîney goranîm
bo bałî diłdarîm.. serwerim!
min miştê le xołî seywan û
kaseyek baranî ser goyjem lêt ewê.
 
bełêne her em şew direngan le kenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman
dû qołî yektirî bibînîn
ezanim her ke hat.. pêm ełê:
-estemûł deştî xwê û
birînim řêbwarî pêpetîy ser ewe
min geła axêkî werîwim
řeşebay mewsîmî fîraqîş her emba û
aşîyan be tenha qełemî bê xewe!
řefîqan! bełam ez hetakû
em aşî ẍurbet û ḧesrete bimhařê
xeyałî ḧuzurî lay êwem wirditre.
em badey beheştî suraḧîy gerdinem
ta hîcret konî kat
bo neslî qesîdey dahatûm
noşînî xoştire.
’ezîzan! le kwê bim
tancero awêney pêş bûkî beyazme û
çawanî ḧebîbeNava taybetyiş kewserme!
lêy eçmewe pêşewe û epirsim:
-serwerim!
key şî’ir be serta ebarê û
azarit teř ekat?
- ew fesłey ke ’îşq ebête asmanim
ew demey ke serim
çexmaxe edat û
jan ebê be hewrim.
-serwerim! ey badî xoş mirûr hatewe?
teterî ew xoze ’ewdałe çî ełê?
ew peyke le kwêye?
dîdenî xak û xołCih key ekeyt?
-ewîş wek kotrekem
wek xewnî jûrekem
wek dengî salimKesy hawřêm
lewêye û ’asîye
teterî řoḧekem!
bełam min emcare leser ew nawestim eçmewe.
beharê eçmewe, ke sîrwanCih wekû min
aramî heł’estê. mewsîmê ke xunçe
wek pencem, qesîdey pişkûtin
bo lêwî ḧebîbeNava taybet û şarezûrCih enûsê.
ew demey hełebceCihy kejawe
beswarî espekey mewlewîNava taybet
sewztir dêtewe nawman û ew demey
ke «gułan» le maçî hetawda ẍerq ebê.
sê kuçkey seferî baranîn sê qołîyn
mewlane û ḧacî û min
biřyare emcare pêkewe bigeyne sarakey wiłat û
pêkeweyş leser xem dabkeyn!
- ey başe serwerim! key hatî? çon hatî?
salimKest nebînî
pêş ewey koç bikeyt?!
- lebîrme ew subḧî payzey koçim kird
minîş wek narewen ewerîm.
beyanîm ẍurûbî wesiłim bû
agir bûm le sermay fîraqda elerzîm
beřêwe kułukom birde lay
salimKesy nesîmî şarekem
giryanim maçî kird, xezanim baweşî pêda kird
le bîrme pêy witim: řefîqî řoḧekem!
wêłaşî tenyayîm
bem werzî nawextey çawřêzan berew kwê?
berew kwê çawekem?
řûy jîley xom têkird:
«azîzî azîzan!
çarenûs řêbwarî řêy hat û nehate û
nazanim hudhudî em řoḧem
berew kwê efřêt û kam kuncî ẍerîbî
ebête hêlanem.
nazanim; mewcêkim serî xom le xołda heł egirim.
şî’rêkim tilawtil eřom û dirextim bał egirim.
salimKesy henasem! erciwî min hêndeye:
ke carcar estêrey kişawî yadî min
le xewnî qesîdey cwantana bibînin»
ewende û řoyştim û lew lay weysNava taybet bew lawe
bo dwacar awřim le çawî cêmawim dayewe
awřê lew sawe: şewgarî hîcretim
goçanî tarîkîy daye dest ẍurbetim.
lêreda pêy ełêm: gewrey min! řêm edey ta minîş
ew şî’irnameyey ke dabûm be heman –bad-y to, be heman
peykî to, ta bîbat bo çendan salimKesy şarekem
şareket, nîşanî toyşî bem? řêm edey.. gwêt lê bê?
bełam min serwerim! ezanim ke gwêy to, çawî to,
na’aşnan be zeng û be wêney zayełe û tan û poy
em core şî’rane! witit çî.. serwerim? diłnyam ew ełê:
«naskibê û xeyałî tya bifřê.. ḧez ekem gwêm lê bê».
 
salimKesekanî wiłatî xendey giryaw!
ey keştyekanî nêw tofan!
hawřêyan!
le benderî temumjî em koçewe
ke şewtanî be estêre û şî’ir û zam û
çîrokewe kirdote koł..
lem benderî ẍurbetewe etanbînim:
le nêrîney zeryayekî tirsa
legeł nêre nehengêkî şêta
ke mêjûy lîxin kirduwe û
êskî xoretaw ekirojê û
cwanî exwa..
etanbînim: hêşta leser tewqî serî
wekû çawtan, wişetan pirîşk ehawê û
dengitan givey hełkirdinî her pê mawe.
etanbînim: çiray sitûnî qełemtan wek gerdintan
geş esûtê û
çarogey hîway sipîtan nejakawe.
ey keştyekanî nêw tofan!
lem bendere limînewe
ke řûnakîy azartanî tinok tinok hełmijîwe
etanbînîn: ḧûtî tofan bedem badawey zerdewe
etanbat û etanhênê û
wek laşîpanî keştîtan
dergay leştan şeqeşeqî pê ekewê û
bełam lutkey becrîwey gyanî şîntan
wek bałatan řêk westawe.
etanbînîn: lenaw abłûqey nêzeda
sertan dim dimCihy tazeye û
xanî lep zêřînî wişeyş
qulley xamey em zimaney bernedawe.
«salim»ekanî wiłatî xendey giryaw!
ey keştyekanî nêw tofan!
hawřêyan!
ta em tofanî nehenge
kiřnûşî nîştinewe eba bo zemîn û
heta tarîkî ewerê.
heta keştyekantan eyken be cejnî aw
heta benderman eyken be cejnî keştî
ebê bangî serî ême «ne’» û
sewłekanî destî êweyş «ne’» û «ne’»bê
salimKesekanî wiłatî xendey giryaw!
hawřêyan!
alem taqe wişeyeda
dwařoj henase edat û
her lem taqe wişeyeşda
xewn hełdê!
bełêne her emşew lekenar ew gome
ẍemgîney tenîştiman dû qołî
yektirî bibînîn:
wek şadî kat keme û wek kispeyş pirsyar zor.
min ebê ew «pirs»e giringem bîr neçêt! her ke dîm
pêy biłêm:
serwerim!
meraqe.. le diłî zimanî kurdîda.. meraqe
leberçî darmêwî şî’rî to koçî kird?
bo janî beyarit cê hêştîn?!
bo beser tînuyetîy řûbarî gyanmida
heta ser dat nekird?
 
- kulle bûn turkan û ber xoryan lê girtim. hetawim nisêy kird
melê bûm bê tîşkî ew ’eşqe emirdim. mehê bû wiłatî
babanim. leşewî deycurî turkanda ke gîra
kuştyan û eyanwîst bexwênî ew mange ez bîşom
çawanim. çî biłêm? neşmiwîst lenêwan, paşakan,
biraley dujminda, bo ’ecem yan turkanNava taybet. min şîr bim
yan qełẍan!
 
- serwerim! dozexî estemûłCih
hîç lale şî’rêkî tya neřwa?!
deryaçey ew xewne hîç gera estêrey cê nehêşt?
qetarey ew hewrî wişane nexroşan?
giznigyan daneřişt?
bo carêk, her carêk, lew askî şî’rane
yekêkyan egeyştine lay ême?!
 
- axir çon bisûtêm.. řoşin nîm?
axir çon hełwerêm.. payzî şî’ir nîm?
axir çon şarezûrCih.. hewrim bêt
sêławî wişe nîm?
axir çon ḧebîbeNava taybet askim bêt
min deştî parawî xeyał û beste nîm?
kem buwe şewane xem nezê û
estêrey şî’rêkî lê nebê!
kem buwe řojane min nebim be hełm û
danekem bo şewê!
zyatir lêy eçme pêşewe. bo mijînî xemî sipî
xoşewîstîm ebê be heng, řîşî be bax.
zyatir lêy eçme pêşewe, hêwaş hêwaş,
herdû kotre sardekanî destî egirim,
her bedem gimey şî’rewe eyanxeme
naw singimewe. be giryan dayan epoşim.
hewłîş edem zeynî xom bikem be masî,
bo ew beḧrey leberdemma danîştuwe.
hewłîş edem temaşam bikem be beran
bo ew kêwey beramberim řawestawe.
dwatir edwêm. ebim be çîmenî qise,
be çwar dewra etenmewe. ewsa îtir
bedrêjîy basî şaru henasekanî bo ekem.
basî sûřanewey mêjûy xwênî be dewrî
kurda bo ekem. ḧîkayetî bê kotayî
«řîs û xurî»y tifengekanî bo ekem.
basî «taqmî mumtaz»y qurbanyekanî bo ekem.
şeřî nêwan serî xom û destî xomî
bo bas ekem. řûnakîy bo egêřmewe.
tarîkîy bo egêřmewe.
înca tozê eçme dwawe. ew maçane û
dîwane tazekey xoy û ew kułebałey
be dyarî mela ’ebdulkerîmî mudeřîsNava taybet
boy nardibû, eyan pêçim le řêḧaney
byareCihwe û leser řanî boy da’enêm.
maçekan exate serçaw. piř be gyanî
awareyî bonî řêḧanekan ekat. her lewêda
kułebałîş le ber ekat. dîwaneke ekatewe
destêk be řîşya ehênê. řûm tê ekat û
pêm ełê «em pîreyşiman çyayeke wek
şinrwêCih.. waslî ke ’ebîrî selamim
bew û pêşî biłê le diłmaye wek tanceroCih»
lepaş tozê heł’esîn û eybem, eçîn,
be gułzarekey mes’ûdNava taybetda suřêk exoyn.
çawim lêye le hendê şwên da’enewê û
bonî gułekanî ekat. řa’emênê, le sertiłî
qisekanî, şagułêkyan ekatewe û eyxate ber
piştênekey awřim lê edatewe. pê’ekenêt û
pêm ełê «em baxewane têm egat!»
«şî’rêkî biławnekirawey nalî ke par zistanê hewrêkî
şî’ir dostî qaymkar le estemûłewe boy hênabûm»:
«kirmî awrîşme xeyałim, bo serûy ew qametet
min ke qozaxey xemêkim, dewrî dawim çaweket
îştyaqim: beḧrî tînû, hîcretim: seḧra be koł
řoḧî nalîy hengî ’îşqew, şanekeyşî naweket!.»
bełêne her emşew lekenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman
dû qołî yektirî bibînîn:
min, nalî, ḧezretî ẍerîban ebînim
ew şewe le gizing muturbe kirawe ebînim
ew kêwe koçere ebînim.
ew ke hat wek aw û ke geyşit wek tîşk û
ke hełnîşt wekû baz
min wekû xeyałî şarezûrCih lêy eçme pêşewe.
her xêra, hewałî giringî çend serûy derbeder..
hewałî goranîy wekû xoy tirafye
hewałî befrî şêt le dûrîy hełekok,
hewałî çend zarî hîlalî wekû xoy edemê û
pêy ełêm:
- serwerim! ber lewey to bigeyt, lewê bûm,
le cunêfCih. řojêkyan le cadey jimare 1898,
le koşkî nisirim û şêdarî mêjuda, pilîkey pêşînî
textebend. pilîkey řojgarî pêçawpêç. be kunî
hetawda, birdimye jêr xanê, lewêda çawim kewt,
beyekem řewřewey ziman û beyekem qutîlkey
naw jûrî şewezeng. lewê bû, her xoy bû.
celadet bedirxanNava taybet –ber le min etnasê û baweşê
maçîşî bo nardûy..
min ke dîm şaxê bû areqî serdêř û sitûnî
eřişt û minarey wişebû, esûta û bepêwe
westabû, min ke dîm hewrêkî řîşdar bû
be tenha eygirman.
min witim:
- siław ey
řojnamey bapîre gewreman
legeł çî xerîkî?!
ew witî:
- xerîkim be wişe
dîwarî tarîkî kun ekem
egeřêm bo hetaw.
- bekunî hetawda min hatim. wam pê wit.
ew witî:
- baş hatûy!
to şî’rî kam şarî?!
min witim:
- hî nalî!
ew witî:
- ax! nalî
dû zam û dû kispe û
dû axî çend leyek nizîkîn
her ełêy cimkî em ẍurbeteyn
ey hîçit legeł xot hênawe
bo şewî ẍerîbîm?!
min pêm wit:
- momêkî eşkewtî bałekyan..
yekemîn řojnamey baranî eylulNava taybetm hênawe
min «dengî pêşmerge»m
legeł xom hênawe..
ew witî:
- řojname! pencerey dengimane
ew wextey ke beser dinyada eřwanê.
eweta min lêre yekemîn pencerem kirdewe.
tîlçafe řêwbanî hengawman.
seyrke! çwardewrim be nasor gîrawe
her ḧerfe û hawarim lê eka û
namoyîş diřk û dał!
xoş hatî!
dyarîyeket ewemew
xozgem bû bîbînim.
ezanim ke nalîKesy ew kate, kejêke le binar ta lûtkey
her gwêye û her çawe. ezanim eyewê bizanê, estêrey
firzendî lanewaz le kwên û cirîwey ẍurbetyan lekam la
řijawe. boye min her edwêm:
- serwerim! herweha lew layş bûm. le parîsCih,
parîsCihy be şî’ir paraw û be hizir çiraxan. şewêkî
temumj. bedewrî mêjûda bapûskey pirsyar bûm
her xulim exward û wêłbûnim eypirsî:
-şerîf paşa se’îd xendanNava taybet
şeqamî mîsînCih jimare 20?
«emîşyan ber le min etnasê û be minda dwa deqî
yaddaştî hawarî zamî xoy bo nardûy»
sereta eçûme berdemî her kesê, serêkî ba’eda:
«bibûre nawî wa nayete xeyałim..»
yan eyut: «pêm wa bê şeqamî mîsînCihyiş bercade kewtibê
nemabê.. nazanim..»
empirsî û empirsî û eřoyştim
bagjey sorax bûm.
xom legeł xom edwam:
«min ebê lûtkekan wêł nekem
bo ewey biçmewe serçawey berzayî
min ebê şûrekan wêł nekem
bo ewey bigeme sereta û kotayî»
ta dwayî şeqamê birdimye ber kûşkî kitêb wiřojname firoşê.
kûşkeke bêhude eyřiwanye dewruber wek řamboNava taybet!
kûşkeke le małî nehênîy gwê çemî «mang» eçû.
xawenî kûşkeke.. dirêj û řeqełe
her etut xawenî «şebenge beřoje»
edresim daye dest. çawîlkey hênaye ser lûtî.
dway kemê be pence amajey berew lay girdêkî řutełe bo kirdim.
pêy witim:
- jenerał?! eynasim
hemû řoj řojnamem la ekřê
her le dway kongirey aştî bû
le xanûy şeqamî mîsînCihyiş deryankird!
lewsawe kotrêkî birsîye
lewsawe, parîsCihyiş hêlaney wiłatî le bîr kird!
daxekem! jenerał xewnekey wekû xoy
îstake le jûrê xizawe teng û tar.
daxekem! wiłatî jenerał
espêkî bê kese
lednyay emřoda
kê ḧîley ebîsê?!
her řoyştim. hetakû soraxî meraqim geyande jûrekey.
jûrê bû beqem bû řeng û řûy. bobirş bû henasey.
ẍemgîn bû, le dîdey to eçû, serwerim! min ke dîm,
qełemî komawey řîş sipî. piłingî pekkewte. xerîk bû
bo carî sedemîn, yaddaştî bo dinyay keř û kwêr enûsî
jûrekey sîxnax bû le çawî ebłeq bûy yaddaşt û
le řîze tabûtî dosîyey bełênî dewłetan. piř bû piř,
le çiře dûkełî dêhat û qirîşkey sêdarey şeqamî nêw şaran
zemanê min lelay danîştim. direngan şirîtî vîdyokey
hełebceCihm daye dest. ke lêyda, şaxî pîr
zor girya û esrînî yaddaştî dabarî.
ke hełsam pêy witim:
- em şewî dozexe
meger her yekêkî wek nalî
bîkate řeşmałî şî’rêkî zor gewre.
berdewam min zeman e’ajwêm
edwêm û
nalîş her gwê egrê le horem
hetakû pêy ełêm:
- wa’îsteyş serwerim!
yekemîn řojnamey henasey bedirxan
yekemîn yaddaştî firmêskî xendan û
yekemîn řojnamey çirîkey eylulim
pêçawe leserî biřrawî «marit»ewew
legeł xom hênawmin
pêy ełêm:
- de fermû lêm bigre serwerim!
bo ewey leyektir danebřêyn!
bełêne her em şew lekenar
ew gome ẍemgîney tenîştiman
dû qołî yektirî bibînîn
em şew xewêkim dête dî û ebim be şî’rêkî bałdar.
le xoşyanda bał wer’edem le awaz û
denûk egirim le tirîfe û
şepol ekem be hêlaney taze hewar.
emşew xewêkim dête dî û le xoşyanda
nîgam ebin be karêz û qijim be gya û
pencekanim be gełay dar.
emşew xewêkim dête dî û nîştimanim
lenaw dîde û lenaw deng û lenaw řîşî
nalîKesda dê û egate lam.
singim ebê be xak û xołCih
serim beçuxmî «serşeqam»
em şew xemêkim bextyar.
meraqêkim hêwir, aram
emşew mindałîm ebarê
beser yadî sewz û sûrda û ebme derbendî pepûle û
daykim ebê
be mamzê sipî sipî û ḧîkayetî girdî řeşCihyiş
be girmegirmî gewałey hewrî serşar.
emşew xemêkim bextyar.
meraqêkim pel û podar.
lesûtanda heł’equłêm û
le giryanda sewzim eka hełebceCihy yar.
emşew xewêkim dête dî û ebim be espêkî bałdar
emcareyan min naçmewe lay namoyî û
şew direngan her le kenar ew gomewe
ciłew bo «ba» şil ekem û
legeł nalî eřomewe bo lay goyjeCih û
pêkîşewe eçînewe lay salimKes û
ḧebîbeNava taybety şar!