II

Li pirtûka:
Derbendî Pepûle
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 23 Xulek  5041 Dîtin
Derbendi Pepule/2A
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
Derbendi Pepule/2B
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
be tîrî ’eşqî berd
zamdare û giriftar
em mêjuwe ’aşiqem.
bo xatrî çawî berd
hemû car xorinşîn epoşê û
be kewłî sûrewe
egate berdemî qapîy merg.
 
le xêłî awewe piştawpişt
zawwizêy em newey řûbare û çemane
hatûn û ta ser min, ta îsteyş
tînûyetî serçawey ’eşqyane.
ez çîtan bo bas kem?
kam xwêntan bo bas kem?
kam axtan nîşan dem?
le kwêwe bême naw zirîke û qîjewe?
le řîzî werînda le pêşda çi řengê pêş bixem?
lem çiray dengane le pêşda çi dengê heł bikem?
 
dirêje dûkełî em bêşe ẍemnake
wek bejnî nexşekem.
dirêje firmêskî em şax û daxane
le dîcleCih û furatCihyiş dirêjtir.
dirêje kiřûzey pelke gya
ta çawî birînim biř eka.
dirêje hawarî kołan û şeqamî em leşe
ta lay xwa.
dirêje azarî elfubêm
lêrewe hetakû lay xanîKes.
dirêje, dirêje, dirêje.. ẍerîbîm
le hêłî asnî ewrupaCih dirêjtir.
nazanim ez çîtan bo bas kem?
nazanim ez çîtan
nazanim ez
nazanim
na.
 
wa dîsan xencere û be «ba»we ebarê.
řehêłey neştere.
şademar le milî em kêwe zileda
kun buwew xwên leber
eşkewtî birînî berd eřwa.
wa dîsan çeqoye û be «ba»we ebarê
«ba» serim ebat û
gyanîşim be dwayda egeřê.
-pêwîst bû, şax bête, deştayî gyantewe.
pêwîst bû kiławî hewrî ew le ser keyt.
ebwaye tanupoy pencey to û laskî gijugya û
feqyaney daykit û tenafî sêdare têk ałên.
pêwîst bû be qełem sengerîş le şî’ra hełkenî.
ebwaye xwê û birîn wek ’eşqî welî û şem,
wek serî mesîḧKes û tacî diřk, pêkewe řabênî.
pêwîst bû ew katey şiłpey xwên le řoxî
leşewe, egeyşte gwêy mêjû, lew zerya
sûreda, ebwaye çarogey belemî dengî xot
hełbikey. çî ekey? ew katey ke mirdin
serbazî dewłet bê û toyş le kêw, dirextî
qełem bî? çî ekey ew wextey ke şanot
pengirbê û gwêgirt tifeng bê?
- her ebû, wa bikey, honrawe
be nûkî biłêse binûsî û
dozexîş bo tirs û bêdengît dabxey!
- berdewam her tewre û be «ba»we ebarê.
berdewam lafawî şimşêre û hêrşî byaban.
***
- eme pirçî becêmawî qesîdeye?
yan kakołî xewnî gundê?
eme awêney şikawî hetawêke
yan hî kiçê?
ey em řûbare kujrawe
yarî deşt bû yan hî kuřê?
ey em qîje hełwerîwe
qîjey daykime yan dirextê?
ey emeyan goy memke yan denke gêlas?
eme pişîley sûtawe yan sawakem?
ey emeyan serî bawkime yan gułbêney tendûreke?
emane bałî werîwî perîyekanin yan kotrekan?
ey emane gilênemin yan denke zeytûn û tirê?
nazanim ez çonyan le yektir cyawe kem?
nazanim ez çonyan le yektir
nazanim ez çonyan..
nazanim ez..
nazanim..
na..
***
- wa mêjû colaney şehîde.
hemû şew be hêşû «mang»y sewz
le befrî naw serta hełdên û
le piřîş lew dîwî gułałey xewnewe
win ebin.
win ebin bo ewey bênewe
wêł ebin bo ewey bigene diłî xwa û
lewêda biřwên û bişnewên.
 
-hemû řoj çawêkim ekşê.
hemû řoj destêkim koç eka û cêm dêłê.
hemû şew min ’erdî xemêkî beyarim û
řojaneyş tînûyetîy şehîdê emkêłê.
 
hatûm «ba» fêrim kat,
çon řûbarřajenim.
hatûm berd fêrim kat
leser ew çon biřwêm.
hatûm řeg fêrim kat
le kwêwe bigeme diłî xak.
hatûm guł fêrim kat
şî’ir çon cwan ebê.
hatûm mel fêrim kat
temaşam çon bifřê?
min hatûm bo ewey em agire gewreyey
ewînî nîştiman têm berbê.
min lêre, lenaw em, ewîne çiředa
diłnyam wek řastî.
min lêre, lenaw em, derbendî dûkeł û tirseda
asûdem wek semay azadî.
 
hemû car bê ewey le dergay wişem bat
hewrê dê
xoy eka be jûrma û goranîy qij teřim bo dênê
bê jwan
bebê pirs
hemû řoj
şepolê, duwan û syan,
be hegbey pirşing û gułewe
egene sêberî bergêlem
nařon ta min neken be mêrgî honrawe û
be gomî estêreyş, jûrekem.
dar beřû dê bo lam
řegî xoy ebestê beřegî qaçmewe.
gaberd dê û hêzî xoy
bedyarî bo piştim ehênê.
lûtke dê û bałay xoy
exate ser bałam.
aşnamin firmêske payzey ẍerîban
ewanîş be swarî kizebay
êwaran dên bo lam.
 
lêrem û bay xewnim
zemanê tow ekat
ke hêşta zemînî le dayk nebuwe.
lêrem û řwanînim
kenarî dwařojê sewz ekat
ke hêşta baranî le dayk nebuwe.
em xewne
pencerey ayndey mêjuwe.
min çawim:
pêş tîşkî emřoke û
bîstinim:
pêş dengî îstake kewtuwe.
dozexî endêşem
gułî way tya eřwê
ke hêşta em ’erde
be çawan neydîwe.
min dîdey pêẍember
eweta le dîdey hełbestima
her boye nehênîy diłî xwa û
gerdûnim bînîwe!
-şax le şaxêtî ekewê
eger řengêk dabînî ka û
yan be ziryanêk bisrewê.
aw le awêtî ekewê
ger gêjenê dabînî ka û
yan be gerdawêk bisrewê.
dar le darêtî ekewê
eger werzê dabînî ka û
yan be baranêk bisrewê
min ew hełbestem xoş ewê
ne qonaẍêk
ne sinûrêk
ne cêgeyek
xewnekanî dabîn neka û
azarîşî qet nesrewê!
 
- ey «şax»m!
ey pendî berdînî pêşînan!
ey milî piłingî be xwênim xet xet û
be ’îşqim dagîrsaw!
dastanî siruştî hemû kat
beramber jûrekem xiroşaw.
lêrem û emewê wek řikit
têkełî binarî mêjût û naw hestî coşxiwardûy
benden û berdit bim.
lêrem û emewê wekû «ba»y yaxî bût
bimxeyte serşanî řewezit û, wek pelkî
dirextî hîwayşit bimdeyte dest hetaw!
qutabîy asotim
hemîşe xwêndinewey ferhengî
gijugyay sîney tom
kirduwe beřêga bo çawim.
eşkewtit be jûrî xwêndinî kêwîm û
lûtkeyşit be wane û mamostam.
emcare min leber neynûkî agirt û dîwarî dûkełta
zêy ziryan enûsim nek şî’ir
emcare min leber řehêłey estêrey kujraw û
bařêzey pişkota
mergî sûr be xwênî gaberd û kawanit enûsim
nek çîrok.
em werze min serim karêzî meraqî
çend sedey gîrawe û eteqê.
gerdinim fwareye, fwarey «ba»y řengawřeng
fwarey xoł, fwarey nwêy zayełe
hî zułmî şeytan û firîşte û fwareyek
be berzîy bałay xiwayş
lûzewî hawarî hełbiçê!
her lêrem. demêk bû ew gunde
ta pişt mil quřawî û kułince şiřane,
ew xeme dest û pil zibraney wiłatim
bazołey azadî û bo hezar, hezaran
sirûdî řakirdûy şeqamî şaranim lanke bûn.
demêk bû çořçûřey areqî lamlî
genim û coy mandûyan
bo řêçke estêrey ser hewraz, dewran dewr,
bo řewe birînî xo xorîş, ewan her
nîgayan pilûskî befrawî kawan û
aramîyan kase doy ewînî ser řê bû.
dewran dewr, demêk bû, ewane her hełmî
guławî řenc bûn û jem be jem:
le gunkî hejarîy xoyanyan bo kirdîn be nan û
le şewî kun kunîy xoyanyan pyadayn û
be řîze dirextî bałayan sêberyan bo kirdîn.
ew gunde dem û çaw xoławî û pêpetî û řûtane
baweşyan kadan bû
qiseyan basûq û
mindałyan řêwas û
gewreyan pel û poy dar şatûy naw dê bûn.
dewran dewr
ewane her piřmey êstirî ser piley
jêr barî tifengî ême bûn.
dewran dewr
ewan her hêlke bûn, keşk bûn.
pêwaz bûn bo jyan
ewan her xiřxał û bazin bûn bo şî’ir û
çîrok bûn bo kwanûy nîştiman!
***
deryaçey řojgarî serdemê
wek serman lîxin bû.
syaset: gayekî belesey çaw sûrî tûře bû
hemûman –mêjû-man be kelle û qoçyewe bestibû.
zirîkey kerwêşkî şî’irman le bêşey tifengida
wek xwênman le çiřîy tawan û tołeda win ebû.
řêgekan her xoyan
pirdî ser xoyan û
qonaẍî berdemyan serbiřî!
serçawe:
řûbarî
xoy řawkird.
daristan:
darî xoy
be peng kird!
dîwarî nefret bûyn le kîney xim xorkida
řo eçûyn
guł gułî ekuşt û
şax şaxî ekuşt û
hemuwîşman lewê bûyn!
- le bîrte? ew sałe nezoke
be bizneřêyekî bê awî nîweřoy hawînda eřoyştî
tifengî serşanit sêberî tînûyetî û
tabûtî mergêkî geřok bû.
bo êwe, bo ewan, hemûşt tarmayîy
tirsêkî hemîşe amadey dirêj û berîn bû.
daruberd, ajeł û bałdar û hetakû
birîskey çawanî pişîleyş le şewda, bo hemû,
nîşaney bangidanî mirdin û nêw faqey kemîn bû.
beşaxî mandûda dageřay.
 
çûyte naw birînî gundewe.
ew, ke hat darhermêy sertapa řeşpoş bû.
ew, bonî mergêkî zor tazey lê ehat.
jinê bû le mêjûy zamdarî şax eçû.
ew, serî mêrdekey le singya nîşanday
ew, şîrî giryawî sawakey bo hênay
pêy witî:
- bo hatûy?
çî mawe ta boy bên? bêjnigî laşeman?!
yan nanî xwênawî?!
çî mawe bo hatûy?!
tifengitan bo xotan!
şořiştan bo xotan!
kurdistan bo xotan!!
çî mawe? bo hatûy?!
şełałî şermêkî germ bûy. ew wextey werçerxay
mirdibûy! be heman bizneřêy tînûda
be heman serşaxî mandûda serkewtî
le miley pêştewe
bagjey řiqawî, be hełpey tep û toz hełî kird
tendûrey gerdelûl geyşte berdemit û
tya win bûy!
***
her lêreyş bûlêłî dwênê bû
min xom dîm be pele mêjû hat, be xoy û
çend řewe espewe –wek biłêy sałêkî
win bûbê û be dwayda bigeřê –min xom dîm
peşokaw, dastan hat. be xoy û çend řewe birûske û
hewrewe- wek biłêy hewałî kujranî enkîdoKes
yan kaweKesy bîstibê. ew wextey xoyan kird be dergay
zîwînî derbendKesa, her hemû espekan, swarekan,
sertapa hełmêkî zeřkeftîy le leşyan heł’esta.
çyayan şiłejan, dirext û tavge û řûbaryan sersam kird.
tarîkîy nizaryan şiłeqan. swarekan řim bûn û
ta naw qed tiłetił esûtan. begwêy xom gwêm lê bû,
lûtkekan beyek deng bangyan kird «wa şêxKes hat».
em çira yaxyane, ser û řîş pirşingî ałozkaw, bazûyan
řûbar û tewêłyan awêney binarî berhetaw.
xom bînîm bem herdû çawane: le defey şanyanda
qułequł azadî heł’equłî; xom bînîm: le werd û
nwałey singyanda gułałe řwawe; xom bînîm bem herdû
çawane: her yeke û řoḧî xoy kirduwe be çepik û
çepkîşyan her leser qełpozî zînekan danawe.
xom bînîm: her yeke û dwa qumî metarey swêndêkî
qirimzîy legeł xoy hênawe.
espekan: řengawřeng sipî û řeş, bor sipî,
qaweyî, espêkyan bałdar bû řengî şîn.
gomê bû eyḧîlan. em espe şîneyan,
ke bałî lêk eda be carê řewe esp kuřjinyan ekird û
řewezîş ekewtine simkołan. ew wextey bałîşî
cût ekird, ziryanîş wek şexte emeyî.
pêşwazîy leşkirî bawboran, pêşwazîy em xêłî
agir û kiłpeye, ta direng xayandî, nîweşew le berdem
eşkewtî caseneCih dabezîn. ciłewî şořşiman
lê girtin. maç, guł û pepûle û genim bûn ebarîn.
herdû la wek dû çem têkeł bûyn. hemûman
her heman dem û çaw. hemûman nawman lasKes
hemûman her be şwên gułekey xezałKesda egeřayn.
zemanman gořîyewe her yek bûyn,
xefetman gořîyewew her yek bûyn.
her tenha poşakî birînman yek nebû.
lew hera û zongeda, xulyam bû, min «ḧîlmîKes» bibînim.
pirsim kird. şî’rê hat: sitûnî, amajey bo kirdim
dûr be dûr keprekey nîşandam. çûm bo lay,
ke min çûm xerîkî nûsînî hawarî azaru xemêkî
dirêjbû, bo yekem lapeřey bangî heqNava taybet, danîştim.
xemekey dame dest, lêm wergirt, seyrim kird
her heman haware, her heman azare, ke êmeyş
her emřo dabûman be řadyoy em şaxe –azarî
lay ême kurdîyekey petîtir nûsîbû- paş tozê
birdimî çapxaney awat û birînî nîşan dam. ke bînîm
pêkenîm –çapeke pîrê bû dest şikaw pekkewte.
 
min pêm wit:
mamosta! bibûre lay êmeyş
her heman awat û birîne
ewende, çapekey lay ême tazeye û
řengawřeng ofsête!!
***
eme çi kořî sozêkî derwêşanî gił û awe
defî serim lê’eden û
emken be tekyey em ’eşqe hełqirçawe.
eme çi bawboranî sałêkî şêtgîre wa
řojgarî xoy têk eşkênê û şimşêr eda
le gerdinî em hetawe!
 
- min qûłît beřegim epêwim
boye wa hemû car
egeme naw naxt û
hewênî mêjût û
ełmasî nasorit derdênim.
min berzît be kiłpem epêwim
boye wa hemû car
egeme lûtket û
çawî xom lew baxî befreda eřwênim.
şî’ir û min ’aşiqewmaşqey
le yektir aławî qedî toyn.
dû gułe’estêreyn
herdûkman her leser bermałî yek ewîn
bermałî yek aso
bermałî yek hewr
em nwêje barane pîrozet bo ekeyn.
tewrê hat, tewrê řoy
bełam to her samî em mêjuwe çiře bûyt.
mergê hat, mergê řoy
bełam to her haje û her lirfey
em aw û agire bûy.
em sozey to awe.
em dengey to řege.
em ’eşqey to berde!
 
- ew werzey lewê bûy têkełî berd bûbûy.
çûbûyte bînayîy xakewe
be ’îşqa řoçûbûy.
ew wexte pencet û gopkey dar yek şit bûn.
tałe mûy kakołit û gijugya yek şit bûn.
ew wextey to lenaw henawî çyada
binc bûyt û etnûsî,
sikił bûy etnûsî,
ew deme karêz û şî’rî to yek şit bûn.
giřkan û naxî to yek şit bûn.
ew wextey ke wiłat, be tenha
serînî berdêkî jêr serî ’eşqit bû,
şînayî aram û sewzayî em hemû dinyaye
lew qulkey çyaye
le dengita řwabûn.
ew deme to gyanit deryaçe û
ewanîş dar şî’rî serçopî û sema bûn.
 
- ew werze min tacî guł hêroy
honrawey sipîy xom,
kirde ser çend xwênî be şewqî
em şax û daxane
«mebestim xwênêke
serçawey ewînman yek bûbê»
ew werze.. min satê hełmetî ew xwênem bînîwe û hîçî tir.
ew werze.. min satê sûr bûnî em befrî naw diłem bînîwe û hîçî tir
ew werze.. min satê ewînî ew xełke û ew xwênem bînîwe hîçî tir
wek şamlûKes bo řûzbeKes xulyame
ke řojê, îstake, sibeynê, hetawî ḧeqîqet
gumanî temawîy twanewe
leser kêw boy nûsîn
«ke xwênê lewane pyawkujî xwênêkî ’aşiqî tir buwe»
leserim mewestin, dûdił nîm ewsake
ew tacey dagirin û her legeł hełbestima bînêjin!
 
- le nêwan wişey to û kanîda cudayî nemawe.
lenêwan qełemit û laskida cudayî nemawe.
lenêwan derûnit û agira cudayî nemawe.
lenêwan nefest û hewada cudayî nemawe.
to îste, kenîsmey, ser taşeberdêkî mêjûyt û
be xwêndin bejnî «ba» sûr ekeyt. to be bał
ebînî û be çawit kîşwerî em soze tey ekeyt
ke geła bikujrê natwanî denûkit kilîl bey.
to milit jêy xake û destî aw etjenê.
ke awêk kwêr bikirê natwanî pencerey şetawit
dabxey. to yałî em espî kejaney. ke cwanûy
şemałêk serbiřn natwanî qet ḧîley sincirit
xefekey.
 
de hegbey baranî honrawet bike şan!
le řêgey gułewe biçore naw xêłî
řûnakî û dest kere gerdinî daristan.
de hegbey goranî û gułałet hełgire û
le řêgey awewe biçore naw dengî
xełkewe û serbide le werzî sûtan û hełqirçan.
 
hemû car be xuřřem dat’ekird
sertapay kejawey ew hemû gundanet teř ekird!
 
- henûke şew û řoj gwê egirim le lałî
le lałîy estêre û gułebax.
le lałîy derbend û daristan.
le kipî û bêdengîy kawlaş û xołemêş.
henûke min legeł mêjûy keř edwêm û
zimanim ẍerîbî ferhengî xoyetî û
dengîşim melêkî girmołey bê asman.
 
çoł û hoł, pêdeşt û binarî em leşe dirwêne kirawe
çoł û hoł, paytextî em şî’re xinkawe.
çoł û hoł, wiłatî em xewne sûtawe.
çoł û hoł, çoł û hoł
lem serî zamewe hetakû ew serî.
lem peřî kostewe hetakû ewpeřî.
to firya nekewtî aweke beyte des mewlewîKes.
to firya nekewtî kewşekan bo nalîKes dabnêy.
to firya nekewtî kewçkê derman beyt be goranKes
to firya nekewtî û nekewtî û nekewtî.
le cêy xot xezan bûy, bê ewey hełwerêy.
lecêy xot hełqirçay. bê ewey bişêwêy.
le cêy xot bûy be mom. bê ewey bisutêy.
 
birûskeyek.. pele nîye.. şî’rîş nîye.
 
benawî hełebceCih û pênc hezar «mang»ewe
benawî mewlewîKes û pênc hezar gułewe.
benawî goranKes û pênc hezar kotrewe,
bo zana bilîmetekanî: wiłatî puşkînKes, wiłatî cak lendinKes.
wiłatî bayronKes, wiłatî can darkKes, wiłatî bismarkKes.
wiłatî garîbałdîKes, wiłatî van kuxKes.. wiłatî.. wiłatî.. wiłatî
 
supas bo ew dyarîyey ke be komeł serlebeyanîy řojî 16/3/1988 le
řêgey beẍdaCihwe bo guł û kotir û mindał û şî’rî kurdistanCihtan nardibû.
***
- em şewe sûrane «tara»n yan
balîfî xwênawîy jêr serî kej û ko?
em hemû dûkełe
dûkełî yek «mang»y sûtawe
yan mêjûy serzemîn her hemûy pêkewe esûtê
 
- seretay nîsan bû, jinêkî ladêyî
gundekey be giřukłipewe xistibuwe naw diłî û řay ekird
wekû dar, wekû berd, wekû aw
şêt bûbû:
«dûkeł, dûkeł, dûkeł..
řenge xwa sûtabê û em hemû dûkełe
lew hełsê!»
řay ekird way ewt.
ey dûkełî bejnî daykim
le wextî nizakirdinda!
ey dûkełî bejnî mêjûm
le wextî hetaw çandinda!
to řoḧî sewzî gijugya û daristan û
kêłge fiřîwekanî êmey be dewrî
em şaxaneda xul exoy.
to bax û mezra bałgirtuwekanî êmey
serit nawe be binmîçî tarîkîy keşkełanewe.
to gyanî sipîy bêşke û pine û bermał û
ḧîkayetî gwê agirdanî ême bûy
ewa îsta be asmanewe perit ebî.
to gyanî serxoşî řezekanî êmey
wa qaçit le dût nayen û sersim edey.
ey dûkełî xewekanim!
to řenge řoḧî qoşmey goçanekey mam bayzKes û
teşyekey nene řêḧanKes
wa leserxo heł esûřêyt û ba exoy.
ey dûkełî řencekanim!
leser nawçewanî girjî
em asmane bêbake çîm bo enûsît?!
min etwanim firyay xwêndinewey çend hîwa û
beharî sûtaw bikewm?!
min kê bikem be şayetî
em hełqirçaney jyanim?!
- to zerdeştêkî sûtawî
ewetey hey giř etxiwat û her giř egrî
ewetey hey em cîhaneyş
asmanêkî kwêr û keře û
toyş berdewam her dûkełî!
 
her heman eşkewtî çarenûs
yek zarî qirîşkey wêrane,
her heman kerwêşkî xewnêkî řawniraw
yek laney xełtanî şewezeng.
her heman neqşî ser
em berdî mêjuwe
yek peyjey ḧîkayet.
her heman hełmî jan
yek gułî goranî.
- leser em tawêrî awate, westawî.
ezanî carbecar eleqê û westawî.
«bweste! hîwayek bişłeqê
le qulley çespawî tarîkî çaktire tya bijît»
em pende
dûkełî şerabîy
ew hemû řezane boy nûsît!
hemû car min kêwê hawar û zirîke
tilawtil ebem û eyxeme naw zeryay
bêdengîy dinyawe.. naşłeqê.
hemû car min serî biřrawî sałêkim, şarêkim
heł’egirim eybeme berdemî
bo ewey bipirsê
em seret le kwêwe hênawe?!
napirsê
- «gałonê le dengim bişłeqê
em zeryay wîjdanî cîhaneyş
legełya eşłeqê»
em pende
bermîle newtêkî syasî boy nûsîm!
 
- her leber nezanîy swar nîye
em şaxe hemûcar eglê.
darxurmay xwastirawî sûryaCih
le berdeqaremanCih swartir bû?!
em kêwe be tenha û be sikî birsî her
ewende ẍar eka!
bo kelley ḧesarostNava taybet
le orasNava taybet pûttire?!
xo mêşe seganeyş be tenha
le espî em kurde nawrûkê?!
em pendeyş
gułêkî jêr heres boy nûsîm.
 
- çendîn car bew kacî destanet
tarîkît şêlawe û
kirdûte be nanî řûnakî
çendîn car tînuyetîy çawanit kirduwe be kanî.
çendîn car le piştî meḧał û xewnewe
to mang û estêret be pêrû bo xezał hênawe.
çendîn werz le quřî şewezeng
to xiştî hetawit biřîwe û ser lenwê
le zewîy le tînwan kwêrbûda
binyatî pirşingî dû çawî xot nawe.
 
le ’umrî şaxewe mişarî zemanê nemawe
ser neka be xwênî mêjûta
le ’umrî şaxewe peykanî sułtanê nemawe
be nûkî xoyewe em sere yaxîyet baneda
sułtan mird.. berd nemird!
şimşêr mird.. ba nemird!
minîş nyazme, em gozeyey serumilim têk bemewe.
carêkî dî bîşêlmewe, leber ewey maweyeke,
awî xeyałî lê eçê. şî’rekanim fênk naka û
wişeyşî pêwe nawestê. minîş nyazme, girdołkeyekî
çepekî naw derûnim, bikem be gořistanî hemû
berheme mirduwekanim. nyazim nîye gořekanyan
bo hełbestim. yaxud leser kêlekanyan hîç
binûsim. nyazim waye îtir estêrey yadgar, le kilorî
hîç darêkî ziřî xełka neşarmewe. nyazim waye,
min le sakoy em meřmeřî řeşî şewe, peyjey
hetaw dabtaşim. nyazim waye bo em fiřîne tazane,
asmanî nwê, şeqjinî nwê, bidozmewe.
nyazim waye, herçî hełmî derbeder û awareye
le şewêkî êcgar sarda, le asmanî kurdistanCihda
kokemewe. dwatir kûrey henawî şî’rî
nalî-yan bo dabxem. heta ebin be şestebaran û tof û
têkeł be daykiman ebnewe.
nyazim waye xanûyek bo
şî’rî sibeynê û dwařojim dirust bikem; wêney nebê.
birîtonNava taybet be xew neydîbê. xanûyek bê:
leqedpałî şemałêkî sewz û sûrda.
beser pêdeştî hewrêkî erxewanîda biřwanê.
dîwarekanî meřmeřî tem û mij bin.
dergakanî le dar ebenûsî şew bin.
hemû pencerekanî le
elemnyomî hetaw bin.
be konkirêtî samałîş binmîçekey dařêjrabê.
min eger bê û le xanûyekî wada binûsim
be zimanî xwayîy petî şî’ir enûsim
pîtekanim kilûy befir û terze ebin.
wişekanim givey ziryan.
qełemim bałî firîşte û defterîşim şepol ebin.
min nyazim nîye le jêr em řeşmałî
şî’raneda xeyał pîr kem.
yan her lejêr yek sayeda
gułekanim pirçî sipî bihonnewe.
řenge dway yek çirkey tir min
bigwêzmewe û biřom biçme wiłatêkî dîkey cwanî.
řenge biçme epartimanî «řoman»ewe
yan naw keştîy şanoyek û
yaxud estêrey tabloyek
yan her bibim, be «ax»êkî naw goranî û
le colaney ewda bimirim!
***
řişteyek pend û berdinûs û qisey nesteqî emřo ke
serçaweyan le şax û xwên û dûkeł û heresewe hełqułîwe:
 
yekem:
ke řeşeba řêy pê girtî
bibe be şax.
ke şemał hat be pîrtewe
bibe be bax!
«em qiseyem le řojnamey
dar beřûyekda xwêndewe».
 
duwem:
le eşkewtida
beyanîyek kizebayekyan zincîr kird
bo êware le derbenda
kizeba bûbû be ziryan!
«em qiseye le tewêłî
kêwêkî řeş hełkołrabû»
 
sêyem:
ewe.. peřesêlkeye wa efřê?
yaxud qîjey,
řeş û sipîy daykim?!
«emeyş qisey mindałêkî hełebceCihye
be nîw deqîqe pêş ewey
keř û kwêr bê»
 
çwarem:
ax xwaye ax!
key serêkîş le kurdistanCih edey?
«emeyş qisey hemû řojêkî daykime»
 
pêncem:
ke ’aşiq şêt ebê
be şî’rewe eygirê.
ke şî’rîş şêt ebê
be xwawe eygirê,
min ’aşiqim û min şî’rîşim!
«eme qisey řûbarêkî serhełgirtûy
henderan bû»
 
şeşem:
- çon enwê û
ew hemû xewnaney kuştuwe?!
- ew enwê û qet xewn nabênî!
«emeyş giftugoy nehênîy
nêwan dû melî şarêkî kurdistanCih bû»
 
ḧewtem:
kurd û xwa lêk eçin
herdûkyan, bê şerîk, bê kesin!
«emeyş qisey hełkołrawî
ser dîwarî mizgewtê bû»
 
heştem:
ke mîwandarîy befirit kird
mehêłe germay bê
nebada małeket aw bîba!
«em qiseyem
le agirêkî pîremêrdKes bîst»
 
noyem:
⅓y řûberî honrawekanim
le daristanî sêdare û
pet pêk hatûn.
«emeyş qisey şa’îrê bû
zor kem jya»
 
deyem:
min bo xom paçêkim da le şax
tûře bû, zirîkey geyşte ’erşî xwa
keçî «ew» bo «senger»
be berzîy bałay çek hełî kend
geş bowe û pêkenîn le gyanya hełquła.
«emeyş qisey
şayetêkî řastigoy wextî
şeřî nêwan mezdekan û ehrîmen bû»
 
yanzehem:
ewerêm yan eřwêm?
le nêwan werîn û řwanda
werzêkî dîkey nwêm.
ne hetaw ne sêber hîçyan nîm
xakêkim ta îste
bo şêwe û řeng û řûm egeřêm!
«em qiseye leser dîwarî eşkewtî
caseneCih bû hełkenrabû»
 
dwanzehem:
min hergîz nahêłim «qena’et»
ser bika be hewrî şî’irimda
bo ewey ger hezar keřetîş bibarêm
wa bizanim carêke barîwim!
«em pende qełemê pêy witim
ta mirdin baranî xeyałî lê nebřa»
 
syanzehem:
neyaran!
nazanin min gomim?
nazanin her berdê têm egirin
ewanîş le binma ebnewe be jûrî
piř gera bo şî’irim?!
«em qiseyeş tenha weramêke ke min
bîdemewe û pêşkeşî ew berdaney kem»
 
çwardehem:
ey namokan!
ême le textey ser awî amûnNava taybet eçîn
nuqim nabîn û nayşixinkêyn!
bełam mişarî şepol û em biřbendî kenarane
hêdî.. hêdî wirdiman eken
emandene des tarîkîy «oqyanûs» û
tya win ebîn.
«em qisaneş leser kêlî gořẍerîbê
hełkendirabûn».