I

Li pirtûka:
Derbendî Pepûle
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 11 Xulek  5640 Dîtin
Derbendi Pepule/1
1992
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
diłop, diłop baran: guł enûsêtewe û
nimenmeyş çawanim to!
çi saławêkî namoyî û çi janêkî bexşindeye
wa leserxo
berd be berdî
kêwî serim epşikiwênin
liq be liq û çił be çiłî
dest û pencey wişkełatûm
şîn eken û wek bawîlke
emden be dem bařêzekey ewîntewe û
le şextebendanî gyanta: emřisikênin.
 
give, give «ba» pêdeştit exwênêtewe û
nefes nefes henaseyşim: bałakey to
çi gerdelûlêkî sewze û
çi espêkî efsaneyî bałdare wa
lem kotayî dinyayewe
be piřtaw dê û hełm egrê û emfiřênê û
dûr dûr emba
berew hobey aranî to.
 
kilû, kilû befir gwê bo çya řa’edêrê û
wişe wişeyş honrawey min bo sozî to
çi befranbarêkî zerde û
çi kiřêwey ḧîkayetê bem nawexte û
le awîlkey em řojeda
wek ’eşqekey biraymokNava taybet
pêdeşt pêdeşt û ko be ko
beřêgey mergî sipîda
emxate řê berew lay to
***
sefere
sefere
sefer.
seferî azarî zigmak û seferî
dirextî bê dałde û bêrêtey zamanî geřîde û
tedarek řêk exem!
sawaqe
sawaqe
sawaq!
sawaqî sałaney beharî bêwłet
sawaqî burcî marit.
şepořî bahoze û şîwenî gułane û
tedarek řêk exem
tedarek: le espî kelleser giřgirtûy řewendim
ew wextey jan leser berd eřwê.
tedarek le ḧîley birûskey em hewre sûrane
ew demey ke baran şî’rêkî sewztir enûsê..
le cwanûy em xeme bizêwe sipyane
ew wextey ke lanke û biniçk û
dewenîş ẍar eken.
tedarek le textî kejawey zirîkey feryadî
em hemû firîşte řendane
ew wextey xwa ewqe û
mirdinîş sersame!
le gware û piłpiłe û siłsiłey zayełem
ew demey ke şayî giryane.
tedarek le taray em şî’re û
gerdaney em teme
ew wextey ke mergim bûkme û
ke jehrîş şabaşî cîhane!
 
êware.. dway bangî birîntan min egem.. êware.
êware.. dway şêwî giryawtan latanim.. êware.
ke hatim
momêkim le qulley ḧezretî nalîKesda bo hełken
ba milî darê bê
yan pencey nêrgizê
yan qijî wenewşe.
zamêkim le dundî «kekonNava taybet»y ḧacîKesda bo pêken
ba serî biřřawî şî’rê bê
yan memkî «wesananNava taybet»
yan bałay hełebceCih.
dway bangî birîntan min egem
ke hatim
le berdem derwazey henasey sarditana
taqêkim bo lêden
şyawî şay xem bê û em tacî ẍurbete
şyawî řîşekey xendanKes û
şyawî heybetî celadetKes.
taqêkim bo lêden:
bexunçey ew hemû firmêskey hetane.
be gełay ew hemû axaney latane.
be jałey ew hemû kispaney pêtane.
taqêkim bo lêden
be nexşî bałindey ew quře sûraney hetane û
le giłkoy azîzan be awî nêw nîga şêlatan.
taqêkim bo lêden
be xiştî azarî çwargoşey
ew hemû pirsaney day’enên.
taqê bê le şêwey mêzerî «mewlewîKes»
tozê qûç.
taqê bê wek piştî komawey
xełwetî mewlaneKes
 
takû dêm, ew gułe sipyane menêjin
bwestin! belankey mêjûyan mespêrin
ba leser sewzegyay leşî herd
leser pişt pałkewn
ba leser baskî aw řakşên.
ba leser şanî «ba» hełkuřmên.
asmanî çawîşyan damexen
hîç pełe hewrêkî serşaxyan
pya meden, heta dêm
meykene tarumar
xozgeme bo dwacar
temaşam be pirjey guławyan teř bikem.
xozgeme bo dwacar
şineyan bigirme baweşim.
yek be yek dem xeme naw demî ḧesretyan
nakamîy sîneyan hełmijim
wek dayk û
baran û
şemame
bonyan kem.
yek be yek dest bênim
be tîşk û tîrêjî qijyanda û
mû be mû maçyan kem.
takû dêm, ew «mang»e zerdane menêjin
bwestin! hetakû tirîfey ẍerîbîy xom dênim
řawestin! hetakû egem û
xermaney hełbestim
ekeme piştênî naw qedyan.
xozgeme bo dwacar
dest keme qełbezey gerdinî hemûyan
yek be yek xemanyan řajenim
yek be yek be bejnî darlîmoy jehrawîy
martyanda hełzinêm
yek be yek serxeme naw sing û berokî befrînyan
yek be yek kiřnûşyan bo berim
yek be yek fû bikem
be kunî zamyanda û
şimşałî bałayan lêbdem:
«ḧeyran.. ḧeyrane.. ewe «seḧer»e
ewe çawî hełwerîwî seḧere.
ewe xezanî bałay seḧere.
ewe denke milwankey xewnekanî seḧere.
ewe dest û ewe pence û ewe memkî
becêmawî seḧere.
ewe qîjey řwawî seḧere
ewe xołemêşî małe babî seḧere
ḧeyran ḧeyrane û
xenebendane û
aman amane û
bałařêzane..»
 
laweke! temaşa!
em mêrgî ẍurbete azarî çend sewze
çend teř û parawe alûzî guł gułîy
em mêjûy wiłatî ḧesrete.
laweke! biřwane!
 
dundî ax le sîney bûlêłî êmeda
hełkişaw, ser be guł, çend berze
awřê.. temaşa!
seqemî koçnamey diłdaran
le gyanî ’aşiqida: giřeye.
gîngiłyan: aram û
wêł bûnyan: řêgeye.
temaşa! řîze jan
zincîre semakî kotełman
yek be yek çon beser pêdeştî
sozmanda
eřwanin!
biřwane! sûtanyan: semaye û fiřîne û
pel û poy giryanyan: şořabey besteye.
eweyan: fenerî gerdinî nalîKesye le şewî
bisforCihda esûtê û cestey aw ał ekat.
be bałay qesîde qułayî epêwê û le binî gêjawda
çarogey xeyałî heł’eda. le samî gêjenda û
lewêda bo satê peytûkey gumanî esrewê. lewêda
em geray řengałe bo masîy bałdarî şî’rî xoy
da’enê. lewêda em xewnî zerd û sûr be çawî
xakewe ebênî. exnikê û naxnikê û lewêda dest eba û
mirwarîy diłî xwa derdênê. exnikê û naxnikê û
lewêda em towî hetaw û honrawe eçênê. her xoy û
gemyekey. her xoy û seferî awî řeşCih.
her xoy û sewłekey qełemî û her xoy û xemî
geş. pêşenge û pêş horey şepolî bê wiłat
kewtuwe. pêş wişey sergerdan kewtuwe.
namoyî serapay teř buwe.
belemî bê kenar
tenyayî e’ajwê û
baxî aw
gułqijî ḧebîbeKesy girtuwe.
be pêle tînuyetîy ’eşqî ew, ser’eka!
be şewqe tarîkîy řê û banî wişey ew, řê eka.
serpełe payzey em koçey
řwawî ser berdî hełkenraw
hełałey firmêskî gwê zełimCihe û
goranîy befrêkî şinrwêCihy hełqirçaw.
avzînî xulyakey espêke sipî bor:
aramî: simkołe û
kuřjinî: hêwrîy û
dûrêtîy: nizîk û
qîblekey: xak û xołCih
 
estemûłCih eybênî û nazanê çi gomê
wa le jêr kiławî em pyawe
řîş řeşeřêḧane û befreda.
hemû řoj eybînê û nazanê
çi bêşe û nizarê wan lenaw
derbendî ew sîne tengeda.
kotrîy ser qubbe û minare eybînin nazanin
çi bałî fiřênê wa le naw asmanî
ew gyane şîneda.
kelepoy xorinşîn eybînê û nazanê
çi pişko û jîlemo û agirê wan lenaw
ateşgey em şî’re aware û wêłeda.
baran û řehêłe eygatê û nazanê
çi nałe û çi jan û jimjye û girmeyek
wan lenaw ew hewrî derûne qûłeda
hejaran eybînin nazanin
çi nûzey nanêk û çi lałey awêk û
çi sermay temenê wan le naw
kuxtekey henawî
em mame pîreda!
’aşiqan belayda eřon û nazanin
çi lencey xemêk û
çi kanîy nîgayek
wan lenaw kazîwey ew çawe tîjeda
eweyşyan: mewlaneKesy hetawî nîweřoy şewane.
tavgey bêdengîy diłî xwa û kołkêşî giryane.
be hawîn baranî hîndistanCih le çawya da’eka û be zistan
le řoḧya qirçeqirç «şarezûrCih» sûtane. hemû řoj
şebeqî beredaNava taybety murîdî kakoł sewz,
be dizîy minarey emewîNava taybety şamCihewe, le defrî
sozêkda şepolî nûrêkî yezdanî heł’egrê û
eyba bo: sîrwanCihy mewlane.
şewane, şořebîy kenarî gomî xwa û
řojane, nanêkî nawçewan sûtawî řenicdane.
em, beřûy şaxêke hemû řoj be pêy xoy
eçête naw jûrî pengir û kiłpewe
hetakû bisûtê û hełqirçê
pijupoy «wecd»ekey çiřtire.
em.. kêwî befrêke xoy bo xoy
eçête berdemî xorî heq
hetakû diłopî twanewey zortir bê
estêrkî ewînî asmanî piřtire.
şewane, ta dozex bo leşî dabxa û
bipřûkê û hełwerê û dûkeł kat
řojane, berçawî em zame řûntir û
beheştî gyanî em şengitre.
mewlaneKesy semender
ew quřey le mişkîy leşî xoy
berdewam eyşêlê
hemû řoj eykate gułdanê
bo gułî ’eşqî xwa û
le taqî pirşingî jûr serda day enê.
 
sê witey pîrozî nêw řojjimêrêkî nebînrawî mewlaneKesyekem:
’aşiqê xiraye agirewe
bełam ta
gyanî pak geyşte asman û diłî xwa
ew be jêy biłêse berdewam
her «tar»y ewînî lê’eda!
duwem:
etwanît řwanînit biřwênî û sewzîş bê
bew mercey ke dirext
bibête diłdarit!
sêyem:
derçûnim bo nebû
’eşqî to dewrî dam
min îsta le nexşey tazeta
dûrgey tom!
 
eweyşyan: ḧacîKesyekey dirextî zeng be dest.
şimşałî lalêwî mêjûy şax. şew û řoj
be gułeḧacîley dîdey xoy, giłonkey kołwaney
yadêkî narincî bo koyeCih eçnê û bařjinî kajoley
mûřeşî xemîşî her lelay «kekonNava taybet» û le dewrî
řeşmałe. em, şî’rî kirduwe be hetwan.
be kilîl. be xencer. hunerî kirduwe,
be deẍił û be bangidan.
em, wişe û guław û hawar û giznigî awêtey
yektirî kirduwe. kirdûnî be şitê nebînraw. nebîstiraw.
bon nekiraw.
em, şî’rî kirdote piłing û lem bêşey tirseda,
be çiřnûk le qedî tarîkî enûsê.
eweta nîştiman le çawya birîskey diłopî
elfubêy bê’enwa û bêmałe.
nîştiman le «ser»ya her berdemorekey,
gîrfanî şwanêkî ’aşiqî xecêKesye. nîştiman
le dengya xwêndinî kewêk û tirîqey dû kîjî
dîlanêy mabênî dû darî naw dêye.
nîştiman le gwêyda ziringey pawaney
cwanêkî ewêye!
be berde estyekey serî xoy hemû şew
le hodey giryawda, yadêkî pemeyî û şî’rêkî
zerdî xoy pêkewe heł’ekat. awî çaw
wek awî şerbekey ḧîcazCihy, jekêke
hemû řoj ẍerîbîy eynoşê. řojane le ḧîcazCih
hełmêke û şewane le wiłat gomêke û eybestê.
 
lewêřa ger serî berdêkî
çinarokCih bişkênin,
lêreřa em destî kispeyek
heł’ebřê bo serî.
lewêřa ger çewê le bînî kanîyek bigîrê
lêreřa em şî’rî qirxeyek ekat û
dest eba bo quřgî.
lewêřa ger beçke awazê hełfiřê
lêreřa em ebê be asman.
lewêřa ger ewîn
se’atî jwanî dyarî kird
lêreřa em ebê
be dar û sêber û penagey cêjwan.
lewsawe, ewetey ke řîşî pepûle payzey
le bine tûtřikî ẍerîbî aławe
ewetey estemûłCih nisêye û hetawî nîştiman
lem şî’rey nedawe,
ewetey şepolî em awe bał şîne fiřîwe
baxekan be dwayda egeřên.
ewetey em hewre řoyştuwe
şaxekan be dwayda egeřên.
ewetey em heybet sułtanNava taybete koçere
kurdistanCih şipirze û çaw le řê û her ełê
axo key em xorem dêtewe?!
 
pende şî’rêkî biławnekirawey ḧacîKes
wextî xoy le estemûłCih le pîre berdêkî řîş sewzim wergirt
 
em berde ger bazûy ewende estûr û
diłîşî ewende sext û řeq nebwaye
ta îsta řeşeba hezar car tilawtil birdibûy.
ew berdeyş ger diłî zor nask nebwaye
axir çon be towî dem «ba»yek
eqłîşa sersingî?!