babetî7
řwîştinî ḧezret ﷺ bo şam û yemen
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
1 Xulek
1450 Dîtin
’umrî dwazde bû «’ilîh alsّlamErebî»
ke ebûtalîb birdî lebo şam
katê geyştin be şarî busra
buḧeyray řahîb nasî lew şara
leser beyanî tewřat û încîl
ewe řesûlî nesłî îsma’îl
ca men’î kirdin le dîmeşqî şam
fermûy eger «cû»y bêş’ûr û fam
bînasin, înca boyan řêkewê
nahêłn bijî řojê ya şewê
ebûtalîbîş ke emey zanî
bo parastinî nûrî çawanî
mu’ameley kird le şarî busřa
zû geřayewe lebo «bîtu alilّhErebî»
le ’umrî ḧesde şahî serferaz
leser usûł û destûrî ḧîcaz
řoyşit bo yemen lebo tîcaret
legeł zubeyr û komełê ’eşret
paş mu’amele be qedir û î’zaz
hemû hatnewe bo xakî ḧîcaz