babetî8

tîcaret kirdinî bo xedîce -rizî alilh ’inha -
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  953 Dîtin
paş em sefere, xedîcey ’ulya
saḧêbî cah û serwetî dunya
leber şoretî şikoh û şanî
leber emînî û ’eqił û ’îrfanî
řêkewt legełya be qedir û ḧurmet
kirdî be ’amîl lebo tîcaret
ẍułamêkî bû meyserey nawbû
şikoh û şerim û hoşî tewaw bû
legeł ḧezreta be qedir û îkřam
çûn bo tîcaret bo dîmeşqî şam
katê geyştin be şarî busřa
nestûřay řahîb, mertebey kubřa
ḧezretî nasî be çen nîşane
ke pêẍemberî axir zemane
ewîş men’î kird le dîmeşqî şam
ca her lew şara seyîdî enam
mu’ameley kird be şewq û şadî
hato bo mekke wadî be wadî
lem sefera bû meyserey serwer
dû firîştey edî pak û munewwer
be ser ḧezreta ebûn be sêber
heta le germa nebînê zerer