babetî5

ew jinaney ke şîryan dawe be ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  1070 Dîtin
dayenî şîrî şahî «muؤtemenErebî»
ewweł daykî bû, dû «amّ اەیمەنErebî»
ke carîye bû lebo ’ebdułła
be mîrat geyî be řesûlułła
azadî fermû ḧezret be merdî
înkaḧî fermû le zeydî ’ebdî
sêhem «sweybe»y be ḧusin û ḧeseb
çen řoj şîrî da be mewlay ’ereb
emîş carîyey ebûleheb bû
azadî mujdey fexrî ’ereb bû
ew deme mujdey tewelûdî bird
bo ebûleheb zû azadî kird
çwarem «ḧelîme»y se’dîye neseb
ehlî badîyey be şerim û edeb
hat be dayenî birdî bo seḧra
ta muddey dû sał şîrî xoy pêda
ew çerxe herçen qatî lenaw bû
beşer le birsa pirj û biław bû
be yumnî zatî ḧezretî muxtar
małî ḧelîme ejyan bê azar
ca çon da’îrey małî dayanî
řizgarî xoyan lewo ezanî
paş tewaw bûnî zemanî şîrî
ke birdyanewe bolay bapîrî
be řica û tika pêyan danewe
le şarî mekke hênayanewe
feqet paş sê mang kewtine weḧşet
le «şiq alsّdirErebî»y kewtine dehşet
naçar ḧelîmey dił piř le leke
zû hênayewe bo şarî mekke