babetî4

wextî ḧemlî walîdey û katî ledaykibûnî ḧezret ﷺ
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  1180 Dîtin
ḧemlî amîne be mewlay ’ereb
ełên hate cê le mangî řeceb
paş no mang derçû le burcî şeref
dunyay řûnak kird teref be teref
le şarî mekke bîstemî nîsan
dunyay cwan kird be feřiř û îḧsan
dûşemme, dwazdey «ribî’ alawّliErebî»
dunya řûnak bû be nûrî ekmel
pêncised û ḧefta û heşt sałî temam
mîladî ’îsa «’ilîh alsّlamErebî»
lepaş cilûsî şay newşîrewan
ḧefta sał tewaw řoyî bû zeman
penca řoj lepaş hêrş ḧebeşî
supay ebrehe û çend fîlî weḧşî
şewî ’alemî kird be çiraxan
şêwey zewî kird be şêwey baxan
şewê bû şêwey gelê cwan bû
şahî řojanî hemû cîhan bû
şewê tilû’î ew bedre wabû
piř le aramî û seyr û sefa bû
wadey qidûmî ḧezretî serwer
hawdem bû legeł nesîmî seḧer
yanê nizîke řoj bibêtewe
dergay řûnakî waz bikirêtewe
be peyda bûnî ewbû ke zanist
beydaxî hełgirt lebo ḧeq perist
let let bû taqî heywanî kîsra
řêgey serkewtin le cînnî besra
golawî sawe awekey řoçû
agirî mecûsî kujawe û gum bû
ser berew jêr bû çend textî şahan
kewte gêjaw û bextî gumřahan
wextî weladey seyîdî serwer
lebo walîdey nûrê kewte der
şarî «busrîErebî»y dî be dû çawî ser
ay lem îşare «alilّh akbirErebî»
yanê em şahey mekke meqame
textî ummetî le mułkî şame
biřo bixiwêne kitêbî şîfa
bizane çî bû kelamî şîfa