cař ekêşim min ełêm kurdim be dił kurdim ewê

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  391 Dîtin
cař ekêşim min ełêm kurdim be dił kurdim ewê
kurdî çon? kurdêkî saẍî bê ẍeşî merdim ewê
bê fiř û fêł kurd peristêkî cewan, merdim ewê
can fîdayêkî, dilêrî safî bê gerdim ewê
dił peroşêkî weten kurdêkî hawderdim ewê
namewê kurdêk be xwênî kurdekan bazî bika
xoy le xoy zû zû bigořê fîz û şanazî bika
bo weten çakey newêt bêganekan řazî bika
peyřewî bîrî xirapî gomełî nazî bika
namewê kurdêkî wa kurdêkî hawderdim ewê
herçî nawî taqe kurdêkî lelay bêgane bird
ya le xowe xûy xirapêkî leḧeq hawxiwênê kird
ya ke hatû kurdekanî bo em û ew kirde pird
wacbe mêşkî bikeyte tûtya ya ardî wird
namewê kurdêkî wa kurdêkî hawderdim ewê
kurd yekêkin ferqî kurdî jûr û xwarî bo nîye
ferqî kurdî koçerî û dêhat û şarî bo nîye
ferqî kurdî deştekî û nawşax û darî bo nîye
her kesê ferqî bikat hîç î’tîbarî bo nîye
namewê kurdêkî wa kurdêkî hawderdim ewê
kurd ebê daym temaşay binc û bunyadî bika
seyrî binçîney esasî zêd û ecdadî bika
bîr le îşî paşeřojî kurd û ewladî bika
nek be tenya merḧebayek pişt le ecdadî bika
namewê kurdêkî wa kurdêkî hawderdim ewê
şayeqim min bo ewey kurdan legeł yek bin hemû
yek dił û yek taqim û yek komeł û yek bin hemû
wek birayekî beřastî des lemil yek bin hemû
nek leber nef’êkî ’adî dujminî yek bin hemû
namewê kurdêkî wa kurdêkî hawderdim ewê