eger min şêt nebim axir le sewday gułřuxanim çî

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 3 Xulek  444 Dîtin
eger min şêt nebim axir le sewday gułřuxanim çî
le řawî çawî cadûbazî şîrînî zemanim çî
le nałe û ah û mehcûrî, le giryan û fuẍanim çî
ke ẍerqî beḧrî dûrî bim, le ummêdî jyanim çî
le fîkir û ẍayley bê fa’îdey sûd û zyanim çî
le saḧey bezmî ’eyşimda seday nałîn û haware
le seylî xwênî dîdem meclîsim řengîne gułzare
enîsim xem, muẍennîm nałe, saqîm çawî bîmare
surişkim mey, nefes semtûre, sînem saz û dił tare
le dengî çeng û xoş xwan û le cîlwey saqyanim çî?
siruşkim yek be şwên yekda ke dê wek tawe barane
hemû sûr û sipî têkeł mîsalî duř û mercane
bedway hîcrewe honrawnewe, subḧane çend cwane!
le daney eşke min girtûmeto tezbîḧî seddane
le awî zemzem û tezbîḧî baẍey ḧacyanim çî!
le dûrî şêwekey şîrînewe emřo ke ferhadim
lesayey ’eşqewe ’alem serasîmen le feryadim
hemîşe wêłî kêwanim ewende xembar û naşadim
le kêwî pîremegrûnNava taybet û segirmey mîḧnet û badim
le seyrî nazî şoxî dîde bazî bazyanNava taybetm çî!
nîye meylim be tar û ney, heway awazî çeng nakem
wekû derwêşî em dewrîşe xom şêt û debeng nakem
wekû sofîş be mekir û ḧîle xom fêrî cefeng nakem
melam û ehlî teqwam û be mey seccade řeng nakem
le badey saqî û qîjey kiçî nerim û nyanim çî!
ke min bê yar û bê xem xwar û bê hemdem qena’et kem
ke zamî dił be nasor bêt û bê merhem qena’et kem
ke min da’îm be bergî şîwen û matem qena’et kem
lebo baqî ḧeyatim ta be qûtî xem qena’et kem
le qaj û qîjî derwêş û le mirqey sofyanim çî?
ke min kujrawî tîrî nazî çawî mestî şehla bim
ke min zencîr kirawî dawî dû zułfî çelîpa bim
ke min sersamî çaw û perçemî şêwawî leyla bim
ke min meşẍûłî dersî xet û xałî turkî tersa bim
le te’lîmî minałî kurdî bê nutiq û zubanim çî!
letaw te’sîrî êş û nêşî bê dermanî mehcûrî
le germî girpe û lirpey şerarey agirî dûrî
le zu’fî cesteyî xestem be derdî sextî řencûrî
leřûyî řûmda ḧukmî nema qanûnî mesrûrî
le meylî mektebî ḧusin û cemałî řûsyanim çî
xerîk mawim lejêr em gumbedey gerdûnî bê baka
serasîmem le gêjaw gêjî dewrî çerxî eflaka
heta em dewre wa dûn bê le em dunyayî xemnaka
lîbasim ta pełas û cawî mîḧnet bê le em xaka
le taqey ’uşret û şîrdaxî ’eyşî şamyanim çî!
wiłatê tac û textî kewte des ewbaş û nadanî
leẍawî ḧukmî ew qewme diraye destî dûnanî
wiłatê bayequş tya bû be serdar û ḧukmiřanî
silêmanî ke xałî ma le dêwanî suleymanî
le ’eyş û noşî bezmî bê nigînî qudsyanim çî!