legeł dirawsê beřastî birayn

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  422 Dîtin
legeł dirawsê beřastî birayn
çunke netewey adem û ḧewayn
le qedîmewe hemû piştawpişt
xoşî û tałîman wek yek buwe gişt
legeł em û ew, bawik û bira bîn
weha pêwîste ke mał cya bîn
małî min bo to, to bo min nabê
eger hatû bûyş, xoşî tya nabê
şerîkî xełqî, her xerîkîye
netîcey axir her terîkîye
yek bîn çaktire, newek be nakaw
dujmin bimankat be pořî xuraw