xudaya be ewza’î ’alem xebîrî

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  311 Dîtin
xudaye be ewza’î ’alem xebîrî
be řeftarî ewladî adem besîrî
le sed dey teqala eden bo selamet
ewey key xirape çi cwan û çi pîrî
nîhadyan le xot aşkiraye çîye
ke ’alim be esrarî ma fî alzemîrErebîy
beřastî bełan bo ’umûmî beşer
çi şerqî, çi ẍerbî, çi jûrî, çi jêrî
ebînî be komeł le dîn der deçin
bebê şerim û teqye ẍenî û feqîrî
penaman be xote ke her xotî tenya
be tedmîrî zîndîq û mulḧîd qedîrî