hezaran şukirî to řebbî ke kurdêkî musłimanim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  545 Dîtin
hezaran şukirî to řebbî ke kurdêkî musłimanim
be to û pêẍemberanî to û kelamit zore îmanim
be dił biřwam wehaye saḧîbî erz û semawatî
bedestî xote gişt çerxê beřastî waye îz’anim
bebê fermanî to nebuwe û nîye û nabê şitê bo kes
be emrî toye bûn û jîn û man û nûrî çawanim
îbaḧî nîm tema’im bê be namûsî kes û karim
le lutfî towe dwakewtûy řewştî fexrî însanim
penam hênaye ber qapî bułindî zulcelalî to
bezeyît ger neyet pêma be carê małî wêranim
egerçî řû sya û defter sya û bed xû û gunabarim
hezaran tewbe bê řebbî! bibxişe curim û ’usyanim
tełeb karim le řeḧmî to le řêy dîna be serbestî
necatî dey be gurcî qewmî damawî perêşanim
giriftarî desîsey komełî tilmîzî şeytanin
be zahêr meř, ke çî wek gurgî har kewtûne naw řanim
gelê řêy kewt û derfet bû le desyan da be xořayî
ke çî wer nagirin ’îbret be dił lem ḧałe ḧeyranim
be nesir û nezim û goranî, gelê pařayewe şahoNasnava edebî
ke dwakewtû nebin! yek bin! bełam bê sûde elḧanim