weten bawanî bawanim biłê pêm bo çî şêwawî

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  352 Dîtin
weten bawanî bawanim biłê pêm bo çî şêwawî?
hemîşe tem leser şan û peşêw û doj û damawî?
le kam cê kemtirî to bî û xwa ey nûrî dû dîdem
ke etbînim lenaw hawşanî xota pest û bê nawî
beheştî řûy zemînî cêy guł û lale û řyaḧînî
meqamî ḧorî ’eynî piř le şehd û şîr û şekirawî
be cêge û dîmen û dewłet řefîqî şehryaranî
ke saḧêb gencî şarawe û mewad û me’denî xawî
ewey pêwîste bo pasî sinûr û mał û ewladit
lenaw gencîneta mewcûde îtir bo çî tirsawî?
kej û kêw û der û dołit piřî newt û zeř û zîwe
çeçaye asin û poła û ahek qîrî qîrtawî
witî to řast ekey min saḧbî gencî xudadawim
bełam pyawî ewê em serwetem bênête ber çawî
çi pyawê? çaw netirsawê, dilêrê, mestê bê bakê
leser la miste xakêkî, serî danê le pênawî
çe pyawê? feylesûfî bê, be bîr û fîkir û tedbîrî
bebaşî qewmekey yek xa, hetakû dêne naw dawî
çi pyawê? xwêndewarê bê le řûy zanînewe da’îm
bibête řaberî kurdan, kuř û kiç, afret û pyawî
çi pyawê? qaremanê bê, wekû şêrî jyan her dem
bilerzê nawdiłî dujmin le tirsî heybet û nawî
witim emřo bełê waye bełam bo axrî şahoNasnava edebî
be dujminyan eçêjênin hemû jehrawî taławî