leber çawim hewa tozawîye kurdîne wirya bin

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  339 Dîtin
leber çawim hewa tozawîye kurdîne wirya bin
beramber naḧezî xotan wekû dîwarî poła bin
neken wabin firîw bidrên be fîşałî diro dîsan
le destitan der biçê derfet, ne lem la bin ne lew la bin
ewey kurde řeza nabê ke jêrdestî em û ew bê
ebê ya biçne gořistan weya serbest û aza bin
serok û komełey êsteş wekû gwê panekey pêşû
beramber ême lam waye hemû bed bîr û biřwa bin
ewey kurde řeza nabê ke jêr destî em û ew bê
ebê ya biçne gořistan, weya serbest û aza bin
- - -Teksta ne aşkira lay biřêk başe bełam pêtan biłêm řastî
le cantay kurdewarîda nîye hawřêy gelî wa bin
eme sed sałe kurd qurban eda bo řojî azadî
ke êstakeş - - - -Teksta ne aşkira ebê ser şoř û řîswa bin
emane barî řasyan nebuwe şahoNasnava edebî qet legeł kesda
be hîway serwetî kurdin, beła ba tefir û tûna bin