cemalî nûrî se’adet le ewcî burcî ’îraq

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  328 Dîtin
cemalî nûrî se’adet le ewcî burcî ’îraq
tilû’î kird û muqarin be řojî çwarem taq
çe nûrê? pirtewî xwayî mu’adîle be şefeq
cemałî çî? ke celalî munîrî kird afaq
zyayî pirtewî dadî mîsalî lem’eyî řoj
fiřandî zułmetî leylî ducayî zułim û nîfaq
celîsî kursî ’alî wezaretî ’edlî
nejadî ḧakmî baban muḧîbbî dad û wîfaq
duřřî beqîmetî takî xezêneyî şahan
ferîdî ’esre şehîre be eḧsenî exlaq
le tirsî heybet û řu’bî cema’etî dujmin
hemîşe life be yekda saqyan balsaq
be ’edil û dad û semaḧet, be bezil û cûd û sexa
’edîlî ce’fer û yeḧya be kewkebe û înfaq
be ’ilim û ’eqił û kyaset, be ḧilim û feził û şeref
be ’ezim û ḧezim û syaset, be qewl û ’ehd û mîsaq
mucellî fexre lebo ’ereb û kurd û turk û ’ecem
mîsalî seddî řegîneye we’de û mîsaq
umêd ekem ke be yumnî qudûmî muḧteşemî
bigate ewcî ’ula tac û textî ḧukmî ’êraq
teşekkuratî wicûdî, ferîzeyî ’eyne
leser cema’etî kurd xaseten ’elî alatlaqErebî
dewamî ’îzzet û ’umir û beqa û sełtenetî
tełeb ekem be tezerru’ le ḧezretî xellaq
du’ay tureqî û cahî cemal begî babanNava taybet
buwe be wîrdî şew û řojî şayqNasnava edebîy muştaq