be nêşî çerxî dûn perwer derûn zamdare û xwênîne

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 3 Xulek  304 Dîtin
be nêşî çerxî dûn perwer derûn zamdar û xwênîne
letawana diłî zarim hemîşe mat û ẍemgîne
le çawey çawekanî min bexuř dê eşkî řengawřeng
temaşay dewr û piştim ke hemûy wek lale řengîne
le kirpey agirî tîjî betawî cergî sûtawim
le sobey sînema wêney biłêsey narî siccîne
tepû dûy dukełî ahim beřûy gerdûnewe giştî
le te’sîrî xirapî çerxî keç řeftarî bê dîne
beser şaxî şîmala em tem witozey ke eybînî
hemûy sozî derûnî daykî şoxî kurdî miskîne
leber şûmî hesêrey talî’î ewladî nakamî
beş û pîşey hemîşe ahî serde derde nałîne
le te’sîrî henase û sozî ew xembare binwaře
hewa gořawe gahê zemherîre gahê hawîne
be zyaret çûme lay, wîstim bizanim çone eḧwałî
temaşam kird zwîre kewtuwe, lawaze, bê tîne
peřîwe řeng û şêwey řûmetî guł řengî nayabî
wekû gułnarê dû lêwwî ke wêney řengî nesrîne
dû çawî mestî cwanî wek hesêrey ber beyananî
leber coş û kułî sîney hemîşe piř le esrîne
beřastî agirim tê çû, diłim boy hate kuł giryam
ke dîm bê naze wa bem wêne ew dayke nexşîne
gutim bawanî xasim pêm biłê boç waye eḧwałit?
leber çî gyanekem şêwawe wa ew şêwe şîrîne?
gutî řołem giriftarî destî ẍeddarî bêganem
heta em řoje wa bê zeḧmete bo ême em jîne
le sayey kirdewey êweyşewe gîrodeyî derdim
xemim qût û şerabim eşk û diřkim ferş û balîne
gutim sûçman çîye? bîfermû ta terkî bikeyn, fermûy:
xetatan xo pesnidî û dujmin û bêgane nasîne
siřî yektir witin lay naḧez û fîşałî bê mana
xirape û dujminî nawxoyetî û yektir nenasîne
legeł yektir xirapin dujminî nawxon û xo xorin
lemaneş zor xiraptir řołe gyan diłsoz nenasîne
teme’ eweł, nîfaq dû, dujminî nawxo sêyem dîsan
tekebur çwar, ḧesed pêncem, şeşem yektir nenasîne
legeł yektir hemû ewladekanim kem mubalatin
lemaneş zor xiraptir řołe gyan cehil û nezanîne
xirapin xo firoşin xizmetî gîrfan eken da’îm
ne diłsozê gelî kurdin ne fîkirêktan lelay dîne
beqed şahoNava taybet xefetbare leser şan û dił û estom
nexoşî kirdewey êwem ke dembînin be em wêne
ke dujmin wa nîhadî pês û êweş wek witim wa bin
nesîbî ême şahoNasnava edebî şîwen û xoşî nebînîne