lew sawe ke min ’aşiqî řuxsarî ḧebîbim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  415 Dîtin
lew sawe ke min ’aşiqî řuxsarî ḧebîbim
matem zedeyî çîhreyî gułnarî ḧebîbim
binwařere laşem ke çi bê hêz û ze’îfe
tadarî giřî dûrî û bîmarî ḧebîbim
bê ḧałye eḧwałî min ey şoxî perî xû
lew sawe ke nêçîr û giriftarî ḧebîbim
napirsî ke boç zame serapayî wicûdim
pêkirawî mujey neşterî xwên xwarî ḧebîbim
çî bikim? çîye tedbîrim? ewa çoqî řeşim kird
wełłahî ewind şîfteyî dû narî ḧebîbim
êwe bin û xwa çareye ta mawe jyanim
gîrodeyî dû gêswî řeşmarî ḧebîbim
dûdî nefesim geyye sema, ahe ledes yar
sûtaw û piřûzawî giřey narî ḧebîbim
napirsî leḧałim nefesê bełkû bizanî
mesmûmî serî perçemî ceřařî ḧebîbim
wek beḧrî xezerNava taybet, mewce leber eşkî dû dîdem
em deşt û der û dołe ke ẍembarî ḧebîbim
men’ê nîye bo bende ke degrîm û denałim
’aşiq be lebî le’lî guherbarî ḧebîbim
giryane hemû řoj û şewê pîşeyî şayqNasnava edebî
lew sawe ke meḧrûme le dîdarî ḧebîbim