esif daxî giranim dułberim meylî cyayî kird

koçî zînet
Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  634 Dîtin
esif daxî giranim dułberim meylî cyayî kird
serim suř mawe bo çi ew şoxe terkî aşnayî kird
çiray małim nema mustiqbelim bê nûr û tarîke
be řastî gerdişî gerdûn legeł min bê wefayî kird
hesêrey talî’im řeş bû, jyanim tałîye emca
ke dułber koçî bo ewla leser emrî xwayî kird
su’alim kird le dił te’řîxî fewtî pêy gutim zînet
gułî ḧorêkî ’eyn bû bo cinan koçî nehanî kirdHisaba Ebcedê: = 1366