ey şoxî semen saqî sinewber qed û mehřû

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  658 Dîtin
ey şoxî semen saqî sinewber qed û mehřû
wey qatłî ’uşşaq be nêşî xemî ebrû
cîlwet be nezer afetî řoḧ û dił û dîne
ẍemzet be nîgeh fîtneyî afate le her sû
bałayî bułindit ke ełêy serwe be lence
dêwane ekat şah û geda muslîm û hîndû
çaw nergisî şehla û lebit le’lî bedexşan
řûmet qemer û mû kemer û sîlsîle gêsû
kułimit le şefafaye wekû gewherî şew řûn
sêwî zeqen û ẍunçeye durcî dehenî to
kê dîwye sinewber berî bê êste qedî to
berceste leser sînetewe řeste dû lîmo
nazk bedenî wek peře guł waye wicûdit
şayqNasnava edebî be fîday şêweyî cwanî bedenî to