ela ey dulberî şengim were ta bim be qurbanit

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  1414 Dîtin
ela ey dulberî şengim! were ta bim be qurbanit
fîday kakołî girj û lûl nîsarî çawî fettanit
hîlal asa qedim xem bû lejêr barî xemî dûrît
de sa to bî û xwa! řeḧmê ewa mirdim le hîcranit
be tabûrî mujey çaw û be zułfî çîn leser çînit
dił û dînit le des sendim, xwa bimka be qurbanit!
ewend şêwawe eḧwałim nizîke her wekû mecnûn
be carê wêł û şeyda bim le seḧra û byabanit
şew û řoj nałe nałî dił le sînem dê be meḧzûnî
ewîş goya birîndare be zexmî tîrî mujganit
be tałan çû hemû ’eqiłim be ẍemzey çaweket cana
serim mabû be saẍî, wa ewîşim xiste meydanit
be bała serwî bustanî, be řûmet mahî tabanî
ełêy salarî xûbanî, be lence û lar û ’înwanit
minî sewda zedey ’eşqit, nizîke xo be mergî to
be carê şêt û şeyda bim, lebo xałî lebî cwanit
řezam řoḧim bidem bîlla, le mujdey wesłî bałata
eger yarîm bida talî’, se’atê bim be mêwanit
demî wa wişke şayqNasnava edebî, wexte bipřûzê û le des der çê
eger têr aw nekey satê le çeşmey awî ḧeywanit