ey xusrewî xubanî min toy dird û hem dermanmî

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  470 Dîtin
ey xusrewî xûbanî min! toy dird û hem dermanmî
wey mahekey tabanî min, fênkî diłey buryanmî
ger to gułî min bułbułim, bo to birîndare diłim
sa zû ke! furmû! matiłim, to merhemî zamanmî
bałat wekû serwî řewan, bedrêke řût piřtew fişan
’îşwet wekû ḧorî cînan, nazdarî řoḧ û gyanmî
toy şoxekey şekker lebim, mû sunbulî sêw ẍebẍebim
dû lêwî to darûy tebim, darûy tebî hîcranmî
qurbanî çawî baztim, şeyday kirîşme û naztim
dêwanekey bê naztim, to leylekey dewranmî
guł ẍunçekey xoşřeng û bo, tîrî xedengî çawî to
zamî diłî hênawme so, meşẍûłî tîr baranmî
seḧrayî sînem piř le şîn, bo to enałênim ḧezîn
toyş emdeye ber qar û qîn, tałankerî îmanmî
ta key le wadî ḧîreta, bimirim le dax û ḧesreta?
řeḧmê ke sa bê mirweta! xot daf’î îḧsanmî
zułifit beser şana biław, çîn çîn û lûl û girj û xaw
řoḧ û diłî xistûme daw, seyyadî bê amanmî
xał û xet û mujganî řeş, ebroy keşîdey wisme keş
bo mahî řût wa bû be neqiş, wek dulberî ken’anmî
bew le’lî lêwî ałewe, bew cûte lîmoy kałewe
bew qametî şimşałewe, key bê biłêm mîwanmî
ta key be nałe û derdewe, wêł bim be kêw û herdewe?
toyş bew diłey wek berdewe, napirsî bo çi ḧeyranmî?
her kes ke dembînê be çaw, cergî esûtê bom tewaw
toyş bew dû dîdey mestî xaw, her maylî fewtanmî
zamit le diłma karye, zûxawî têda carye
herçî dekem bê ’arye, lafawî xwên xinkanmî
tenûrî sînem piř xiroş, cestey weha hêname coş
wik agirê ber bê le pûş, ser ta be pê sûtanmî