minî şeyda ke dembînî le çawim xwên debarênim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  378 Dîtin
minî şeyda ke dembînî le çawim xwên debarênim
be mergî to hemûy bo to le dûrî to denałênim
meřo to bî û xwa wa zû lelam, ey şoxî sîmîn ber!
beła satê sirewtû bît diłey pêkirawî xemgînim
bebê dîdarî to řojim şewêkî tar û tarîke
deba emşew be wesłî xot bidey ey yar teskînim
lebo seyrî xet û xał û temaşay mahî řuxsarit
serî hênaye der wa dił le dîdey piř le esrînim
xwa nakerde to řoyît be şwênta dête der gyanim
be bê to zîndegîm nabê be çawit gyanî şîrînim
demit piřye le mirwarî, lebit serçaweyî kewser
nexoşî hîcrî tom, tuxwa se’atê bêre balînim!
meke! sa memkuje cana! meřo! ba derneçê gyanim
gułim! fênkî diłî şahoNasnava edebî! nîgarî dîde nexşînim!