řebî her çend şermesar û řûřeşî dîwantim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  602 Dîtin
řebbî her çend şermesar û řûřeşî dîwantim
aferîdey zatî pakî eqdesî subḧantim
têkşikawe ger lejêr barî gunaha qametim
xo be gyan û dił be hîway bexşiş û ẍufrantim
lanewaz û bê melaz û bê newa û bê kesim
destî bê destîm bułind kird, çaweřêy îḧsantim
řûy umêdim kirde qapîy baregahî eqdest
çawenwařî ’etif û cûd û řeḧmî bê payantim
řûm nîye des hełbiřim min bo tikay eḧwałî xom
çunke ẍerqî beḧrî pîsî bogenî ’usyantim
çî bikim? lay kê biçim? kê bênme ḧacet bo tikam?
her çî bim xo ummetêkî şahî îns û cantim
bawřim pête be dił yezdanî pakî ’alemî
milkeçî ferman û ḧukmî ’adlî qur’antim
awřêkî lêwe de řebbî! be lutif û řeḧmî xot
çawenwařî qetreyekî řeḧmetî penhantim
curmî şahoNasnava edebî pelke pûşêke beramber ’efûy to
boye dawakarî ’efwî ḧezretî řeḧmantim