le dûrî kułmî guł řengit hemîsan ’aciz û matim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  1075 Dîtin
le dûrî kułmî guł řengit hemîsan ’aciz û matim
wekû mecnûnekey leyla, minîş wa şêt û şeydatim
ełêy ’ewdałî çoł gerdim, ewende gêj û bê hoşim
le wextêko ke gîrodey kemendî zułfî tatatim
şew û řoj xwênî geş detkê le cerg û dił wekû seylaw
heta ’alem bizanê, min şehîdî çawî şehlatim
çirîkey dengî «ya leyla» le sînem dête gwê da’îm
be ’eynî her wekû semtûre sîney piř meqamatim