be řêy jîna meřo qed bê debîrê

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  942 Dîtin
be řêy jîna meřo qed bê debîrê
le nakaw ba nekewye çał û bîrê
be hełpe û tundutîjî kewtye řêga
emîn be, pêt le dawênit egîrê
le řê lade le hawřêyanî desbiř
desî jînit bidere destigîrê
le komełda be xota řabpeřmû
mebe paşmawexor, bo xo jimêrê
be mułkî zor û qesir û xan û dukan
be gewrey têmege cerde û şiřêřê
eger berzît ewê nizim û nerim be
be bexiş û xizmetit ebye emîrê
dû pîtî dwayye bo řołekanim
nimê pende, le deryay babeNasnava edebî pîrê