ẍerqî gêjawî mewc û şepolî xesare xom

pirsyar û weřame lebeynî azadî û nîştimana
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 2 Xulek  1035 Dîtin
ẍerqî gêjawî mewc û şepolî xesare xom
hêlk biřawî nûke řemî piř şerare xom
mêşk pijawî gulle û topî dûbare xom
xinkawî ḧelqey petî darî qenare xom
êsta esîrî şahî ’ecem, turkî koçere
zincîr û pałehengî le pêdaye dû sere
azadî! dostî konî gelim, bo le min winî!!
êran û turkyam, le hemû lawe pişkinî
bo to geřam be zorî sîlaḧ û be dujminî
desim nekewtî, bo çî etoş dujminî minî?
walilhErebî wam be şwêntewe ethênme destî xom
pîşanî şerq û ẍerbî edem hêz û hestî xom
bem bîrewe wenewzim eda nûstibûm şewê
azadî sirk û serkeşe aya destim kewê
hate xewm firîşteyekî nûr û piř tewê
fermûy be pêkenînewe ey kurde! çît ewê
pêm wit umêdî mîllet û aramî canekem
azadî bexşî qewm û gel û nîştimanekem
her toy mesîḧNava taybety qewm û mîllel bo jyanewe
her toy ke mirdû dênye nutiq û zimanewe
her toy ke dujminim exeye اەلئەمانErebîwe
wek dewrî madNava taybet û kîsraNava taybet were nîştimanewe
ḧeşrê dirust ke qamî qyamet nezîrî bê
im nîştimane kurd û ’ereb xoy emîrî bê
fermûy qyamet tehlukey qewme řołekem
xom bo ḧuqûqî mîlletî to tung û toł ekem
lem mel’ebey syaseteda řojê goł ekem
ew řoje nîştimanit le bêgane çoł ekem
babeNasnava edebî bwêste wêney qendîl û bêstûn
nizêke derkewê le çyay to řojî řûn