saqya îmro şerabî konî dû sałim berê
saqîname (ba wicud xom mey xor nîm)
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
1 Xulek
1058 Dîtin
saqya! îmro şerabî konî dû sałim berê
piř le ’etir û ’areqî ser goneyî ałim berê
ya le ẍemzey dulberêkî şoxî çaw kałim berê
ya le şîley şehd û qendî lêwî piř xałim berê
lew şerabî şerme bê, etkê le kułmî dulberim
neş’eyî sed mestîy kewser eřêjête serim
saqya! keyfim heye îmřo meyî nabim berê
her le badey erxewanî û le’lî xoşabim berê
ya le sûrayî şefeq, ya xo le mehtabim berê
pîrî meyxanem şerabî puxt û nayabim berê
lew şerabe kone bê îcad û mîratî ceme
her diłopêkî şîfay sed bê ziman ebkeme
saqya! jînî cîhan lay min hemû derdîsere
têke bom camêkî tir piř lew agir û pişkoy teře
fênkî bexşî dił û cane zułałî kewsere
her qumêkî tac bexşî sed emîr û qeysere
çeşnê ser xoşim bika babeNasnava edebî be nałey mestewe
meḧşerê peyda bikem azadî bênme destewe