jin mehêne agirî nemrûd le ’umirit bermede
em honrawe le xisûsî exlaqî jinewe bêjrawe.
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
2 Xulek
1755 Dîtin
jin mehêne! agirî nemrûdNava taybet le ’umirit bermede
xwên û zûxawî dił û cergit be kewiçk dermede
bew hewaye takû mawî xot be derdîser mede
jînî ḧuřiř tenhayîye, dawênî bigre û bermede
jin mehêne! kamî şoxe ḧusnî serpişkî heye
tînetî mel’ûn û pîse, nêşî dûpşikî heye
jin siruştî marî dême, meyxere naw cêtewe
ba demawî ẍîretit nemjê û nedatin pêtewe
bo zeř û zînet be wêney segî har neřşêtewe
ger feqîr bûyt, řabkat û danenîşê pêtewe
’uqmî xoy, řanegirt şîrîn, le ber nefes û hewa
kuhkendNava taybety da be kuşt xoy da be - - -Teksta ne aşkira xesrewNava taybeta
jin be qed mûy pirç û egrîcey zimanî pêweye
her zimanêkî hezar sîḧir û beyanî pêweye
naw diłî piř kîneye řazî nîhanî pêweye
kîne û řazî diłî aşûbî canî pêweye
her zuleyxaNava taybetyê hebû, tenha le ḧusin û şêweda
şew çuwe lay yûsifNava taybet û dergay le ser xoy pêweda
jinî be cwanî û ḧusnî řû, cînsî letîfî ademe
çun be hoy ḧeyz û minał û şîrewe xwênî keme
fikirî dûr bînî nîye, îşî hemû watey deme
nefsî emmarey bicûłê her le ’alem bê ẍeme
jin eger leylaye babeNasnava edebî arezûy wesłî nekey!
ḧałî mecnûn bû be ’îbret bo qebîle û şêxî tey