tewrêzî xoş û gewre heta ’esrî pêncemîn
tarîx îsbatî kirduwe azarbayganî êran ’îbaret le madî seẍîre ke nîştimanî kurdî mad bûwe. şarî tebrêz lelayen emîrêkî kurdewe bîna kirawe ke êsta ew nawçeye bo turk saẍ botewe, zor car be tofêq wehbîm witbû ke tarîxî madî seẍîrman binûsê. neynûsî. bo teşwîq kirdinî em menzûmeyşim bo narduwe.
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
1 Xulek
1154 Dîtin
tewrêzNava taybety xoş û gewre, heta ’esrî pêncemîn
wate û wişey be kurdîye bû, řêk û dił nişîn
ew şare gewre qewmî tirî tya nebû mekîn
çon hatne cêy emane ewaney lewê ejîn?
ḧewtem ’esir ke ḧikûmetî îlxanîNava taybet hate naw
gořa û derkira gelî kurdî leyek biřaw
em lapeře le mêjûy kurda řeşe û ẍeşe
zanyarîy kurd le şořeşî ew dewre bê beşe
bo ’elemî pan û berz û biławit ke zor geşe
nûsîn û neşrî lazme em ḧadîsey řeşe
qewm û gelî le komełî tirda twanewey
pêwîst be mêjûyêke bo hawxiwên û bo newey