be carê mestî kirdim boseyêkî ew dem û lêwe

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1157 Dîtin
be carê mestî kirdim boseyêkî ew dem û lêwe
meger lîkî demî ew dulbere, şîley řegî mêwe?
be tofanê le eşkî ateşînim qed nerim nabê
meger goştî diłî ew kafre, berdî řeqî kêwe?
le ser sefḧey gułêkî erxewanî, nuxteyêkim dî
meger ew kułmî saf û nazke xałêkî wapêwe?
ke çawî hełbiřî şuryêkî meḧşer, dête ber çawim
meger mujganî ew şoxe hemû tîrî dił engêwe?
be dû ẍunçey geşim zanî desim bo çakî sîney bird
meger ew dû şikofey nazk û nermîne dû sêwe?
şewê řêm kewte bezmê bê mey û saqî hemû serxoş
meger çawî řeşî ew dulbere cam û qedeḧ pêwe?
le asoy asman babeNasnava edebî çeperbendanî ḧorî bû
meger hatûne seyrî lencey ew şoxî perî şêwe?