řołekem binû xewî xoşt bê

honrawe le ser zimanî jinê le ’eşîretî caf ke kuřekey le bêşkeda enwênê
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1351 Dîtin
řołekem binû, xewî xoşt bê
şîrî ḧełałim, şîfa û noşt bê
peřî cubre’îl, be řûpoşt bê
bo berzî weten bîr û hoşt bê
řołekem binû hîwam be toye
serokî hozim dû law dûhoye
dujmin dû new’e bêgane û xoye
le nîştimana, her bawkeřoye
hozim nezane û hejare û nefam
řołey şîrînim! bigere firyam
řołekem binû be lay layewe
be lawanewey dengî dayewe
katê gewre bûy hatye kayewe
binware weten, le gişt layewe
xwênimj û ’edû kewtûne wiłat
bigre û berdeye bo feqîr wiłat
řolekem! binû weten wêrane
mîllet bêkese mat û ḧeyrane
dujminî weten her le xomane
emet le bîr bê řoj û zemane
wextê gewre bûy destit daye çek
cyay nekeytewe şêx û aẍa û beg
řołekem binû katê bûy be law
eḧwałî weten bênere ber çaw
qewmit řizgar ke le zincîr û daw
tołe bisêne yek û sed tewaw
emca wek babeNasnava edebî řû dere dujmin
ferqî qed nekey biçûk û mezin