be teqdîrî xuda sałî sefer berilk ke meşhûre

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  489 Dîtin
be teqdîrî xuda sałî sefer berilk ke meşhûre
becarê ’alemê şêwa wekû hengê bida pûre
cîhad despêkira îngilîz û ’usmanlî beşeř hatin
be gulley top û teyyare telef bû şar û me’mûre
giranî kewte nêw mexlûq û îngilîz hat û řomî çû
nimûney ḧeşre nefsî nefsîyan însan ke mexmûre
bizanin em xiroşane cezay e’malî xomane
ke bêzarîn hemû lem qa’îde û qanûn û destûre
wegerne merdî seḧrayî çi bakî zelzeley erze
ke řût û qûtî derya bî le tirsî cerdewe dûre
eger to sałḧ û çakî le şeř û fîtne bê bakî
wegerne talḧî dunya be taracî to me’mûre
derûnit piř le ḧubbî małe wek dukanî ḧełwaçî
ke mêşî fîtne lêt haławe kirdey xote me’zûre
xerapît nagrê dunya we toş megre xerapî ew
xerapî xote wa xanet xerap û meḧu û xapûre
le qewl û fî’lî ’alem dem mede sabîrNasnava edebî be nîk û bed
eger ẍeddar û bê dîne eger miskîn û meẍdûre
were sabîrNasnava edebî řeza be xot ezanî řizq meqsûme
ke aẍa ucretî kem da bizane ’eybî mezdûre