mexo ey pîrî tenperwer kebab û kałekî pirdî

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  390 Dîtin
mexo ey pîrî tenperwer kebab û kałekî pirdî
mexew ey mîrî ber sêber wekû şamî tepîw burdî
ela ey pîrî bê ḧasił lekin xot ’aqił û wirdî
xecałet bî hemû řenicit qisûrî xote ba birdî
seney ’umirit le heşta têpeřîy û ẍafłî hêşta
ke tofanî ecel erz û semay şêwan û hawirdî
le heşta têpeřî ’umirit qyamet nayete fikirit
cwên û ẍeybete zîkirit pyawê zîrek û wirdî
girûhî ewełîn řaburdin û êmeyş eçîn axir
egerçî min tepołkem to le çawî min wekû girdî
ser û řîşt buwe pembû serapa ’umrî to ẍem bû
musułmanît hemû dem bû, peşîmanî û řûzerdî
egerçî min feqîrî şar û to sułtanî dewranî
beher ḧałê ke min mirdim lenakawê etoş mirdî
eger yaranî řabirdû be xêr bênîte yad emřo
be xêr yadit eken xełkî, sibe û dûyê ke řaburdî
’eba û cubbey sipî û saf û keway zerdit mubarek bê
be sûret şekkerî emma be tam û řeng gogirdî
zemanî zuhd û parêzkirdin û hem tewbeye sabîrNasnava edebî
eger şêxî ’ereb yaxud ře’îsî ta’îfey kurdî
çîye dunya zimistane ecel? bo řifit û barane
le hewrî qîblewe sabîrNasnava edebî betundî hat û hawirdî